KNK: AKP nikare rêya azadî û rizgariya gelê Kurd bigire

KNK: AKP nikare rêya azadî û rizgariya gelê Kurd bigire

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û herêmê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk, hukûmeta AKPê kîjan stratejîyê bi kar bîne jî nikare rê li ber bizava azadî û rizgarîya xelkê Kurd bigire. KNK’ê diyar kir Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin û bang li hukûmeta Holland kir ku dest ji dijminahiya Kurdan berde.

KNK’ê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civîna ku 10’ê cotmehê li Brukselê hat lidarxistin de, tesbîtên girtîng hatikirin. KNK’ê got, ” KNK jî wekî hemû Kurdistanîyan hewildanên xwe didomîne ku hem ji bo pirsgirêkên xelkên Kurdistanê, hem jî ji bo pirsa mezin ya polîtîk ya Kurdistanê rêyên çareserîyê peyda bikin û xelk û welatê xwe zûtirîn dem û bi kêm xesar bigihînine azadî û rizgarîyê. Bi vê armanca mezin û destûrê ve girêdayî li ser bi giştî pirs û pirsgirêkan hate rawestan.

KNK’ê got; ”Berî hertiştî em dixwazin tesbîteke giştî bikin ku dem di lehê Kurd û Kurdistanîyan de diherike. Kurd û Kurdistanî her roj xwe bi hêztir dikin, têkoşîna xwe xurttir dikin û gaveke dî nêzîkî azadî û rizgarîyê dibin. Dijminên çaralî digel hemû zulm û zora xwe jî nikarin vê meşa dîrokî ya Kurdistanîyan rawestînin. Vaye Kurdistana Federal roj bi roj xurttir dibe, xwe adeta ji nû ve ava dike, jîyana xelkê her diçe baştir dibe. Li Rojavaya Kurdistanê bayê azadîyê rabûye û xelkê me dest bi avakirina statuya xwe ya xweser kirîye. Pêşhatinên li Rojhilatanavîn û bi taybetî li Sûrîyeyê dergeh li ber xwezî û daxwazên Kurdan vekirîye û xelkê me jî bi dînamîzmeke bilind xwe organîze kirîye, tifaqa xwe ya navxweyî pêkînaye û dest bi avakirina sîstem û mekanîzmayên xwe îdarekirinê kirîye. Piştî destkevta Kurdistana Federal, li parçeyekî dî yê Kurdistanê jî îdareya xweser, statuya neteweyî û demokratîk bejn dide. Ev herdu nimûne jî nîşan didin ku esas bihara bijûn li Kurdistanê tête jîyan û bihar bihara Kurd û Kurdistanîyan e ku ev bayê biharê ne tinê ji bo Kurdan herwisa bo xelkên navçeyê jî dê xweşîyê bîne.”

AKP’Ê KURDISTANÊ KIRIYE ZÎNDANA NÎV VEKIRÎ

KNK’ê denîşan kir ku li parçeyê herî mezin li Bakûrê Kurdistanê ji xwe têkoşîna azadîyê bi salan e tê dan û her diçe xurttir dibe û wiha dom kir; ”Ji sala 1999ê were bi destxistina îdareyên bajêr û bajêrkan anku şehridarîyan zemînê îdareya xweser gav bi gav hate avakirin. Iro navçeyeke fireh li Bakûrê Kurdistanê ”de facto” di bin kontrola bizava neteweyî de ye. Dewleta Tirk li ber van pêşveçûnên Kurdistanê şiddeta xwe zêdetir dike. Ev şiddete tinê bi baskê leşkerî ve nemaye, bi girtinên sivîl ve gihiştîye dereceya herî bilind. Bi navê dewleta Tirk hukûmeta AKPê Kurdistan adeta kirîye zîndaneke nîv vekirî. Polîtîkerên Kurd tijî hefsa kirîne. Berxwedanên sivîl û demokratîk bi zêdehî ve têne astengkirin. Daxwazên bingehîn yên Kurdan nayên qebûlkirin. Bi hindek pratîkên dekoratîf dixwazin daxwazên esasî perde bikin û rê li ber wan bigirin. Hukûmet ji milekê ve rê dide Kurdîya sîstemparêz, lê li alîyê dî qedexeya li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî bi sirar didomîne. Stratejîya hukûmeta AKPê xetertirîn polîtîka ye beramberî doza Kurdistanê. AKPê rast e demekî nû daye destpêkirin lê ev deme xirabtirîn dem e û bi taybetî zimanê Kurdî jî kirîye aletê polîtîka xwe ya qirêj. Di kanalê televizyona xwe ya bi Kurdî de, roj bîst û çar seet bi zimanê Kurdî parastina rejima xwe ya dijî Kurd û Kurdistanê dikin, bi Kurdî şerê Kurd û Kurdistanê dikin. Digel van hemû zordarîyan jî xelkê Kurd û hemû Kurdistanî misqalekê gavê paşve naavêjin û berxwedana xwe ya meşrû û demokratîk didomînin. Kurd ji bo azadîya xwe bedelên giran didin û serê xwe li ber dewleta Tirk naçemînin. Eve rika mezin ya xelkê Kurd e ku dê bi xwe ra azadî û rizgarîyê bîne. Polîtîka hukûmeta AKPê, bi giştî ya dewleta Tirk ya antî Kurdistan bo paşeroja Tirkîyeyê xêrê nayîne. Tirkîye her diçe zerar û ziyaneke mezin dibîne. Dewleta Tirk bi şerê li ser Kurdistanê xelkê xwe jî feqîr û jar dike, lê xema wan nîne. Mixabin xelkê Tirk jî vê rastîyê nabîne û destekê dide polîtîkayên şer, kuştin û mirinê.”

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk, hukûmeta AKPê kîjan stratejîyê bi kar bîne jî nikare rê li ber bizava azadî û rizgarîya xelkê Kurd bigire û ev tesbît kir: ” Meşa mezin ya azadî û rizgarîyê ya Kurd û Kurdistanîyan bi gavên mezintir berdewam e. Digel van hemû pêşhatinan jî em wekî KNK bangî dewleta Tirk dikin ku dest ji vê polîtîka xwe ya şer û kuştinê berdin, digel rêber û pêşengên Kurdan rûnine ser maseyê û digel Kurdan peymana azadîyê mohr bikin. Çu rêyên dî nînin û axirê jî dewleta Tirk li ber têkoşîna xelkê Kurd dê çok bide û mecbûrî ser maseyê bibe. Di serî de bizava azadîya Kurdistanê PKK-KCK û lîderê wê Ocalan di her delîveyî de daxwaza pêkhatinê dikin. Îradeya xelkê Kurd kivş e û heye û muqtedîrê doza xwe ye. Banga me jî ew e ku dewleta Tirk bila direng nemîne, hemû xwezî û daxwazên Kurdan qebûl bike, statuya neteweyî û demokratîk ya wan nas bike û bi vî rengî digel Kurdan aştîyeke mayînde pêkbîne û welatê xwe ji hilweşînê xilas bike. Rêya rast ev e.”

REWŞA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

KNK’ê got ; ”Têkoşîna azadî û rizgarîyê li Rojhilata Kurdistanê jî berdewam e” û wiha domand; ”Rejima Îranê digel hemû tengavîyên xwe yên navxweyî yên malî, sosyal û polîtîk bi israr şerê dijî bizava neteweyî ya Kurdistanê didomîne. Xelkê xwe di nav sefaletê da rûs û birsî dihêle, lê milyaran dolaran li şer xerc dike. Dawîya vê polîtîka wan jî nîne. Heroj şiddeta dijî polîtîkerên sivîl û demokratîk jî zêdetir dikin, îdaman dikin, hefsan tijî dikin. Aramîya li Iranê jî girêdayî azadîya xelkê Kurd e. Rejima Iranê heke dixwaze xwe ji arêşeyên navxweyî û derveyî xilas bike, yêk rê heye ew jî aştîya digel Kurdan e û qebûlkirina hemû maf û azadîyên wan û statuya wan ya neteweyî û demokratîk e. Em wekî KNK bangî rejima îranê jî dikin ku bila bê rayê û zûtirîn dem digel rêber û pêşengên bizava netyeweyî ya Kurdistanê rûnine ser maseyê û peymana azadî û aştîyê îmza bikin.”

KURD NAŞKÊN, XWE NADIN ŞKANDIN

KNK diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya mezin nîşan daye ku bêçare nîne, bê alternatîv nîne, bê imkan nîne, bê ser nîne, bê hêz û qudret nîne û wiha pê de çû; ”Kurdan bi zelalî daye nîşan ku xwudan îrade ne, xwudan hêz û şiyan in. Kurdan di van salên têkoşînê da ji bo dost û dijmin gelek vekirî dane xuyakirin ku ew hazir in hemû bedelan bidin ji bo azadî û rizgarîya xwe û welatê xwe. Em bawer dikin bi vê têkoşîn û berxwedana hinde salan êdî dost û dijmin têgihiştine ku Kurd naşkên, xwe nadine şkandin. Tirk dizanin, Iran dizan, Sûrîye dizane, Iraq dizane û esasen dinya jî dizane. Heke xwe li nezanînê didin, bila dubare bizanin ku Kurdan dest bi avakirina Kurdistanê kirine, gavbi gav vê avakirinê zêdetir dikin û heta ku hemû Kurdistan tête rizgar kirin jî ev têkoşîn û berxwedane dê bê domandin.”

DIJMINHAIYA KURDAN NEKIŞÎNIN SER XWE

KNK’ ê bang li rêxistinên navneteweyî û hêzên cîhanê kirin û got; ”Dewletên cîhanê, bi taybetî serdestên dinyayê, Anmerîka, Yêkitîya Ewrûpayê divêt vê rastîya xelkê Kurd bibînin û polîtîkayên xwe yên tradisyonel biguherin û li goreyî qazanckirina Kurdan pozisyonên nû werbigirin. Gelek welatên Ewrûpayê, Amerîka hêj jî bizava azadîya Kurdistanê ya li bakur, rojhilat di nav lîsteya terorê da dihêlin û hem neheqîyê li Kurdan dikin hem jî berjewendîytên xwe jî diavêjin nav tehlîkeyê. Bila dijminahîya xelkê Kurd nekêşîne ser xwe, bila xelkê Kurd qazanc bikin. Di roja îro da Kurd xwudan hêz in, xwudan desthilat in, digel hemû dijminahîyên birandêr jî xwe li ser pêya radigirin destan ji têkoşîna azadî û rizgarîya xelk û welatê xwe nakin. KNK wekî gelek caran disa jî tewsîyeyî Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê (YE)yê dikin ku PKKê ji nav lîsteya terorê derêxin û xwe zêdetir bêrûmet nekin. Iro li rojhilatanavîn tinê li nav Kurdan û Kurdistanê dijminahîyeke wekî ”antî Amerîkanîzm” û ”antî Ewrûpaîzm” nîne. Kurd di nav xwe da jîyaneke laîk, sosyal û demokratîk ava dikin ku eve herwisa normên cîhana Rojavayê jî ne. Lewma Amerîka, Ewrûpa bila qîmetê vê rewşê bizanin, dev ji piştevanîya polîtîkayên antî Kurd û Kurdistan yên dewleta Tirk berdin. Nufûseke mezin ya Kurdan li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê û Amerîkayê dijîn. Mixabin ku hindek dewletên Ewrûpayê ji dewleta Tirk xirabtir êrişî ser dem û dezgehên demokratîk yên Kurdan dikin, polîtîkerên Kurdan digirin.”

ÛZÛN BI DAXWAZA DEWLETA TIRK HATE GIRTIN

KNK’ê bal kişand ser girtina Amed Ûzûn û got; ” Herî dawîyê jî endamê Konseya KNKê, dîplomatê Kurd Adem Uzun li Fransayê hate girtin. Me ev reftara Fransayê mehkûm kir û dubare şermizar dikin. Adem Uzun wekî polîtîker û dîplomatê Kurd bi armanca danûstandin û têkilîyên dîplomatîk bi armanca danustandin û têkilîyên dîplomatîk û polîtîk çûbû Parîsê. Polîsê Fransayê li ser daxwaza dewleta Tirk ew girtin û dozgerê Fransî bi devê dozgerê Tirk lêpirsîn da destpêkirin û eve serwîsî medyayê jî kir. Fransa û dewletên dî yên Ewrûpayê û Amerîka buila dawîyê li vê polîtîkaya xwe bînin. Tixûbê sebir û tehemmula Kurdan jî heta dereceyekê ye, bila nedin zorê. Zûtirîn dem divêt Adem Uzun bête berdan û ji KNKê, ji Adem Uzun û ji xelkê Kurd lêborîn bête xwastin. Em li hêvîyê ne ku hukûmet û serokê nû yê Sosyalîst yê Fransayê xwe zûtirîn wext ji vê rûreşîyê rizgar bike.

KNK’ê herî dawî got; ”Di encam da: KNK daxwazê ji xelkê Kurd û Kurdistanîyan dike ku têkoşîna xwe ya azadî û rizgarîyê di her şert û mercî da bidomînin. Têkoşîn di hemû baskên jîyanê da, li her derê, li her warî, li her meydanê divêt neyê sist kirin. Di vî warî da bi taybetî girtîyên polîtîk yên Kurd di heps û zîndanên dewleta Tirk da rû bi rûyî zulmeke nedîtî ne. Digel van şertên dijwar ji ew xwe ji têkoşîna li derve dûr nakin û ew jî mil didine xebat û têkoşîna li derve. Vê gavê hizaran girtîyên azadîyê ji bi mafên rewa yên xekê xwe, bo rizgarîya welatê xwe Kurdistanê dest bi greva birsîbûnê kirine. Em wekî KNK bihayekî mezin didine vê berxwedana wan. Lê belê herwisa bangî wan jî dikin ku bedenên xwe ji bo paşeroja têkoşînê biparêzin. Banga me ji xelkê me jî ew e ku piştevanê wan bin, desteka xwe maddi û manewî ji wan kêm nekin. Helbet bang li dewleta Tirk jî dikin ku dawîyê li wehşeta xwe bînin, agirê şer gur nekin ku esasen hûn dê tê de bişewitin.

LI FRANSEYÊ ŞÊWIRA NETEWEYÎ

KNK bi armanca piştgirîya li bizava Kurdên Rojavaya Kurdistanê li 13ê vê mehê (cotmeha 2012) li Parlementa Fransayê li Parîsê kombûneke ”Şêwira Neteweyî” tertîp kirîye û ji çaralîyê Kurdistanê û dîasporayê gelek partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî û herweha şexsîyetên polîtîk û ronakbîr dê beşdar bin. KNK piştrast e ku hemû Kurd piştevanên Kurdên Rojavaya Kurdistanê ne ku li wî beşê welatî statuya neteweyî ya demokratîk ava dibe. KNK bang li opozisyona Sûrîyeyê dike ku vê avabûna li Kurdistanê qebûl bikin, digel rêvebirîya Kurdî ya meşrû û demokratîk, Konseya Bilind ya Kurd di nav têkilîyê de bin û digel wan Sûrîyeya Demokratîk ava bikin.

KNK bangî NY (Neteweyên Yekbûyî), Yêkitîya Ewrûpayê (YE), Amerîka û hemû dewletan, hemû mirovahîyê dike ku piştevanîya xelkê Kurd li Rojavaya Kurdistanê bikin ku hem xelkê Kurd bigihe hemû maf û azadîyên xwe hem jî Sûrîyeya Demokratîk ava bibe.

9’Ê COTMEHÊ ŞERMEZAR KIR

KNK di salvegera 14. ya komploya 9ê Cotmehê sala 1998ê li sere birêz Ocalanî careke dî şermizar dike. Îro xelkê Kurd bi berxwedan, têkoşîn û destkevtên xwe ve armanc û mexseda komployê vala derêxistîye. Mexdûrê sereke yê vê komployê Birêz Ocalan herçend di zîndana Îmralîyê de jî be, rol û berpirsiyarîya xwe ya sereke didomîne. Ji bo azadîya wî û hemû girtîyên polîtîk yên doza Kurdistanê divêt xebat bêyî sistkirin bête domandin. ”