Klasîkek din a Tirkiyeyê: Tecawzikar serbest in!

Klasîkek din a Tirkiyeyê: Tecawzikar serbest in!

Li Sakaryayê di doza O.C ya 14 salî ya ku rastî tecawîza 34 kesan ku di nava wan de polîs û midûrê emniyetê jî hebû hat, hemû bersuc hatin tehliyekirin. Ji bo danişînê qedexeya weşanê anîn.

Di hema hezîranê de O.C ya 14 salî rastî tecawîza 34 kesan hatibû. Doza wê duh li Dadgeha Cezaya Giran a Sakaryayê pêk hat. Doz nêzî saetek û nîvekî berdewam kir û saet di 00.15 bi dawî bû. Ji ber biryara veşarî ya dozê 16 girtî 36 bersuc û parêzerên mexdur û bersûcan tevli danişînê bûye.

O. C tevlî danişînê nebû, lê dê û bavê wê amade bû. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem di doza ku li ser sê dosyaya pêk hat, der barê bersûcên temenê wan di bin 18’an re biryara girtinê dan û der barê Waliyê Sakaryayê ku polîs serbest berda û Midûrê Midûriyeta Polîtan yê fîrar kiribû jî serlêdana sûc kir.

Di dema ku doz dihat dîtin de rêxistinên jinan li ber dadgehê çalakî pêk anî. Rêxistinên jinan gotin ‘Ew ê destûrê nedin biryareke din ya şermê’.

Doza ku heta derengiya şevê berdewam kir de dadgehê biryara tehliyekirina 16 kesan da. Her wiha bo dozê jî qedexeya weşanê anîn.

EV NE BIYARA YEKEMÎN E

Tiştên di doza O.C de pêk hatin ne yekemîne. Li Tirkiyeyê dozên îstîsmarê de bi hincetên daxistina tahrîka tecawîzê, kêmbûna delîlan jin cara duyemîn tên mexdurkirin.

Li Fethiyeyê di sala 2007’an de di doza tecawiza komî de 8 bersuc di meha nîsana borî de ji ber kêmbûna delîlan hatin berdan.

Doza N.Ç ya k udi rayagiştî de wekî doza şermê tê zanîn, N. Ç di 12 saliya xwe de rastî tecawiza komî hat. Der barê vê de doz hate vekirin. Lê dadgeha herêmê got ‘Bi daxwaza xwe kiriye’ cezayekî pir kêm dabû. Dadgeha Bilind jî ev biryar erê kiribû.