Kişanak ji Enternasyonala Sosyalîst ji bo BDP’ê piştgirî xwest

Kişanak ji Enternasyonala Sosyalîst ji bo BDP’ê piştgirî xwest

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di Kongreya 24’emîn a Enternasyonala Sosyalîst a li bajarê Cape Town ê Efrîkaya Başûr pêk hat de axaftine kir û bal kişand ser zextên li ser Kurdan û têkoşîna Kurdan. Kişanak got; “Em dibêjin bila ne şer û tundî, bila aşitî û demokrasî qezenç bike. Em bang li we dikin ku hûn piştgirî têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, hewldanên Aşitiyê yên gelê Kurd û partiya me.”

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di Kongreya 24’emîn a Enternasyonala Sosyalîst a di 30’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê li bajarê Cape Town ê Efrîkaya Başûr pêk hat de axaftine kir û di axaftina xwe de bi taybet bal kişand ser rewşa Kurdan li Tirkiye û Sûriyeyê û ji bo Rojavayê Kurdistanê û hewldanên BDP’ê yên ji bo aşitiyê banga piştgiriyê kir.

JI NELSON MANDELA RE SILAV, JI ANC’Ê RE SPASÎ

Axaftına Kişanak wiha ye: “Beriya her tiştê ez we bi rêzdarî silav dikim, bi hemû hestên xwe yên piştevaniyê ji we re serkeftinê dixwazim.

Ez silavanli Nelson Mandelayê rêzdar ê ku sembola têkoşîna li dijî nijadperestiyê dikim û ji ber malovayaniya civînê spasiya ANC’ê dikim.

Kongreya me di demek wisa de kom bû ku krîza aborî ya gerdûnî, şer û pevçûn dijwar bûne de pêk hat. Ez hêvîdar im ku em ê di mijarên azadî, wekhevî, dad û aşitiyê de biryarên girîng bigirin.

Ez ji welatek ku pêşketinên pir girîng lê çêdibin, ango Tirkiyeyê têm.

Ez dixwazim nêrînên xwe yên li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi we re parve bikim.

EM PIŞTGIRÎ DIDIN POLÎTÎKAYA KURDAN A LI SÛRIYEYÊ

Weke ku em hemû ji nêzîk ve dişopînin, pêla guhertinê ya li Bakûrê Efrîka û Rojhilata Navîn dest pê kir, berdewam dike.

Bi rastî jî ev pêvajoy dê rê li ber demokrasiyeke rast vebike, an jî veneke, ev yek cihê nîqaşê ye.

Hêviya me; li şûna rejîmên otorîter; rejîmên demokratîk ên li hemberî mafê mirovan rêzdar û azadîxwaz bêne avakirin.

Di vê çarçoveyê de bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, bi xwe gumanan tîne. Niha li wir şerek wisa heye ku her roj bi dehan mirov têne kuştin.

Rîska ku şerek herêmî yê li ser esasê mezheban biqewime pir bilind e. Divê hemû bi her awayî li hemberî hemû bûyerên rê li ber şerê herêmî vedikin rabin.

Divê em li Sûriyeyê pêvajoyeke a guhertinê ya li ser esasê azadî, maf û yekitiya demokratîk teşwîq bikin.

Di nava hêzên muxalîfên Sûriyeyê de tenê hêza Kurdan bernameya xwe bi raya giştî ya cîhanê re parve kirye.

Partiyên Kurdan ên siyasî hatine cem hev û Desteya Bilind a Kurdan avakirine, aşkere kirin ku ew ê di nava yekpariya axa Sûriyeyê de, rejîmek demokratîk ava bikin, li bakurê Sûriyeyê herêma Kurdistan xweser ava bikin.

Bi awayeke fiîlî dest bi pêkanîna vê hedefa xwe kirine. Li Bakûrê Sûriye/Kurdistana Sûriyeyê li gelek bajaran meclîsên xwe avakirine û ji bo avakirina xweseriya demokratîk dixebitin.

Em weke BDP, piştgirî didin vê polîtîkaya Kurdên li Sûriyeyê.

Em bang li hemû welatên ku dixwazin li Sûriyeyê guhertinek demokratîk çêbibe û dixwazin têkilî bi Kurdên Sûriyeyê re deynin, piştgirî bidin.

DEMOKRASIYA SÛRIYEYÊ BI QEWITANDINA KURDAN NABE

Li Sûriyeyê bi qewirandina Kurdan, mirov nikare li Sûriyeyê rejîmeke demokratîk ava bike.

Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan a ku herêma xweser a Kurdan a li Bakûrê Sûriyeyê ji bo xwe weke “tehdît” dibîne, ne di cih de û çewt dibînin.

Berevajiyê vê, divê Tirkiye jî bi nuneriyên van pêkhateyên siyasî diyalog deyne û piştgirî bide wan.

Em polîtîkayên ji bo destwerdana leşkerî ya Tirkiye û hin hêzên navneteweyî yên li hemberî Sûriyeyê rast nabînin.

Em di wê baweriyê de ne ku gel bi xwe der barê dahatûya xwe de biryara xwe bidin. Destwerdaneke leşkerî dê aloziyek mezin bi xwe re bîne.

Em hêvîdar in ku di vê kongreyê de ji bo guhertina demokratîk a Sûriyeyê û mafê xweseriya Kurdan biryarek derbikeve.

8 HEZAR GIRTIYÊN SIYASÎ, 6 WEKÎL, 32 ŞAREDAR DI GIRTÎGEHAN DE NE

Tirkiye welatek wisa ye ku gelek nasnameyên neteweyî, çand, ziman û bawerî lê dijîn. Lê belê rêveberiya wê ne rêveberiyek wisa ye ku bikare pêkhateya piranî hembêz bike, maf û azadiyên wan bixe bine ewlehiyê.

Ev feraseta dewletê û sîstema wê ya huqûqê, li gorî nasnameya neteweya Tirk û mezheba sunî ya Îslamiyetê hatiye avakirin, komên din jî hatine qewirandin.

Li Tirkiyeyê şêniyek zêde ya Elewiyan hey, lê di warê azadiya baweriyê de ne xwedî tu mafan in.

Her wiha, kêmarên ne Misilman jî pirsgirêkên maf û azadiyan dijîn.

Her çendî di van salên dawiyê de ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) behsa hin reforman were kirin jî, lê guhertineke hêja pêk nehatiye.

Li Tirkiyeyê 20 milyon Kurd hene, lê Kurd ji hemû mafên sereke bêpar hatine hiştin.

Dibêjin ‘her kesê li Tirkiyeyê Tirk in’ û hemû rengîniyên din weke me Kurdan tune hatin hesibandin.

Piştî têkoşîneke demdirêj, êdî di vê demê de hebûna me nayê înkarkirin. Lê em hîna jî mîna gelekî cûda nayên dîtin û tu mafên me yên qanûnî nehatine mîsorgerkirin.

Em weke gelê Kurd dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin, zimanê xwe di gelemperiyê de bi kar bînin, li herêma xwe ya xweser mafê xwe yê rêveberiyê bi kar bînin.

Ev mafane ne tenê ji bo Kurdan in, em van mafan ji bo hemû nasnameyên li Tirkiyeyê daxwaz dikin.

Lê hukûmeta AKP’ê hewl dide ku van daxwazan bi tundiyê biçewisîne.

Li girtîgehên li Tirkiyeyê nêzî 8 hezar girtiyên siyasî hene.

Piraniya van a endam û rêveberên partiya me ne. Ji vana 6 parlementerên BDP’yî, 32 şaredar, 190 endamên meclîsê yên BDP’ê girtî ne.

Di nava girtiyan de gelek parêzer, rojnamevan, sendîkavan, parêzvanên mafê mirovan, endamên tevgera jinê û xwendekar hene.

Destûr nayên dayîn ku girtî bi Kurdî parastina xwe bikin.

Bi aşkereyî siyaseta demokratîk, azadiya rêxistinbûnê, azadiya ramanê û mafê parastinê di bin gef û tehdîdan de ye.

LI SER OCALAN TECRÎDEK GIRAN TÊ MEŞANDIN, BDP’ RASTÎ ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ TÊ

Li ser siyaseta demokratîk polîtîkayekî wisan tejî zext tê birêve kirin; li aliyê din jî hevdîtina di navbera PKK û hikumetê ku sê salan berê destpê kiribû, dawî lê anîn û carek din vegerîn qada şer.

Li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan ku 13 sale li girava Îmraliyê tenê di hucreyekê tê girtin, tecrîdek giran tê birêve birin.

Ev ji salekê zêdetire, destûr nadin Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêkbîne. Tecrîda li ser Ocalan bo rewşekî ku hînbêhtir şer dijwartir kir.

Pevçûn her ku çûn dijwartir bûn; pevçûnên ku bi balefirên şer, yekîneyên zirxî û çekên giran tên bikaranîn, di asta şer de didomin.

Ger pirsgirêka Kurd çareseriyekî aştiyane nebîne, rîska pevçûn vegerin pevçûnekî etnîkî.

Ji ber sedema sorkirina netewperestî û cudakariyê, li dijî Kurdan êrîşên nîjadperestî û hewildanên lînckirinê tên jiyankirin. Avahiyên partiya me rastî êrîşan tên.

PÊŞNIYARÊN JI BO ÇARESERIYÊ…

Em weke BDP baweriyê bi siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane tînin. Pirsgirêka Kurd dikare bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareser kirin.

Ji ber vê;

Pêwîste dawî li operasyonên li dijî siyaseta demokratîk ya Kurdan bînin; di serî de parlementer û şaredar, girtiyên polîtîk serbest bêne berdan.

Pêwîste dest ji polîtîkayên şer berdin û vegerin rêbazên muzakereyan.

Pêwîste tecrîda li ser Birêz Ocalan yê ku di mijara çareseriyê de xwedî cihek girînge rabe.

Pêwîste makezagonekî demokratîk, piranî were çêkirin û mafên Kurdan yên bingehîn bêxin bin ewlekariyê.

Dîsa jî weke 6 parlementerên BDP’ê û ji partiyên din jî 3 parlementer girtîne. Ev rewş li ser navê demokrasiyê şermeke. Pêwîste tavilê parlementerên girtî bêne berdan.

Di vê civînê de em li bendê ne ku di van mijaran de bangek bihêz bê kirin.

POLÎTÎKAYÊN NEO-LÎBERAL

Hikumet li Tirkiyeyê polîtîkayên neo-lîberal bi awayek herî hişk birêve dibe.

Ji ber ku mafên bingehin yên gelemperî yên weke perwerde û tenduristiyê jî xwemalî kirine, her ku diçe xwe gihandina xizmetên gelemperî zehmet dibe.

Ji ber sedema polîtîkayên enerjî û ewlekariyê xweza tê xirapkirin.

Statûya civakî ya jinan her ku diçe paşdetir diçe.

Li Tirkiyeyê pêwîstiya me bi desthilatdariyekî alternatîf ku teslîmî polîtîkayên neo liberal nebûyî, li beramberî mafê kedê hurmet, derdorê diparêze, li beramberî mafê jinan birêz û baweriya wê bi aştî û demokrasiya piranî heyî, heye.

Em weke BDP’ê tekoşîna vê yekê didin.

Em dibêjin, pêwîste ne şer û tundî, aştî û demokrasî qezenc bike.

Em bang li we dikin ku, piştgiriyê bidin tekoşîta demokrasiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, her wiha hewildanên gelê Kurd û partiya me yên “Aştiyê”.

Ji ber piştevaniya ku hûnê nîşan bidin sipas dikim û hurmeta xwe pêşkêş dikin.”