Kişanak: Hemû sendîkavanên hatin binçavkirin Kurd in

Kişanak: Hemû sendîkavanên hatin binçavkirin Kurd in

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna koma BDP'ê de operasyonên li dijî KESK'ê, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Sûriyeyê rexne kir û xwest hikûmet dawî li van polîtîkayên xwe bîne. Kişanak, bal kişand ser operasyonên siyasî û da zanîn ku hikûmeta AKP'ê dixwaze hemû beşên civakê bê rêxistin û vîn bilêhe û xwest her kes li mafê xwe yê rêxistinê xwedî derkevin. Kişanak, destnîşan kir ku li dijî kurdan operasyonên dijminahî û dijayetî tên meşandin û xwest 20 milyon Kurd xwe bi rêxistin bikin. Kişanak, ji bo rûniştina doza 193 siyasetmedarên Kurd ku di 2'ê Tîrmehê de li Edliyeya Sîlîvrî bên dîtin û xwest her kes beşdarî rûniştinê bibin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di koma civîna BDP'e de di serî de salvegera mirina Orhan Dogan bibîr anî û diyar kir ku, dê dêkoşîna wî berdewam bikin. Kişanak, Hunermend Kazim Koyunu jî bibîr anî û diyar kir ku bi deng û hunera xwe xizmeta aştiya biratiyan kir.

Kişanak, dîsa salvegera darvekirina Şêx Seîd bibîr anî û diyar kir ku, di 28'ê Hezîrana 1925'an hate darvekirin û mafê wî yê jiyanê ji destê wî girtin. Kişanak, da zanîn ku mafê jiyanê ji dest hate girtin û şûnde ev maf dîsa nayê telafîkirn û wiha got: "Îro Dadgehên Îstîklalê rexne dikin, lê kes nikare Şêx Seîd bi paşve bînin. Em dîsa Şêx Seît û hevalên wî bibîr tînin û dibêjin cihê an bihişt be.

KIŞANAK: OPERASYONÊN LI DIJÎ KESK'Ê LI DIJÎ KEDÊ NE

Kişanak, bal kişand ser pirsgirêka Kurd û da zanîn ku bi darvekirin, kuştin û tundiyê tu hêz nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Kişanak, da zanîn ji darvekirinê heta niha bi van pêkanînên înkar û îmhayê nêzî kurdan dibin û heta niha Kurd neqedandine. Kişanak, bilêv kir ku niha zext û zordariyên li ser wan hêj girantirin û wiha got: "3 salin bê navber operasyon binçavkirin û girtin didomin. Duh jî li nêzî 20 bajaran li dijî KESK'ê û sendîkayên girêdayî KESK'ê operasyon pêk hatin. Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî di nav de 71 sendîkavan hatin binçavkirin.

KESK Konfederasyona sendikayan ya herî kevn û bi hêz ya mafê kedkarên cemaweriyê ye û çalakiya herî çalka dide û diparêze. Lê em li welatekî wisa dijîn ku bi awayekî pir hêzan Serokê Giştî yê KESK'ê jî di navde 71 rêveber û sendîkavan tên binçavkirin. Ev sendîkavan aşkere û li ber çavan têkoşîna ked, aştî,demokrasî û edaletê didin. Bêyî ku wan binçav bikin jî dikarin der barê wan de dozê vekin. Lê hikûmeta AKP'ê û hevkarê wê li şûna lêpirsînê bidin destpêkirin şeveqan bi ser mal û saziyên wan de digirin û bi saetan li malên wan û sendîkayên wan lêgerînê dikin" .

'HÛN ABONEYÊN KIJAN WEŞANÊ NE?'

Kişanak, da zanîn ku pir balkêşe pirsa "Hûn aboneyên kijan weşanê ne. Hûn kedê didin kijna weşanê. Hûn herî zêde kijan çapemeniyê dişopînin?" pirsîn. Kişanak, bilêv kir ku pirsa "Hûn mafê TÎS'ê ji bo peymana KCK'ê diparêzin? Pir balkêşe û wiha got: "Wekî ku xebatên KESK'ê yên TÎS'ê bi fermana KCK'ê tê meşandin pirs tên kirin. Dixwazin ku sendîka li dijî fermana wan dernekevin û kesên dengê xwe bilind dikin û li dijî binpêkirina mafan derdikevin wekî KCK'yî îlan dikin. Dîsa dipirsin dibêjin hûn Dadgeha Bi Rayeyên Taybet bi fermana Murat Karayilan rexne dikin.

Kişanak, da zanîn ku di lêpirsîna sendîkavanan de bal kişandine ser hevdîtina Birêz Ocalan ya di hevdîtinek xwe de gotibû bila Meclîs ji bo aştiyê peywirê bide ser xwe û pirsa "Hûn ji bo vê yekê dixwatin meclîs xebatê aştiyê bike" pirsîne.

Kişanak, destnîşan kir ku ger daxwaza Peymana Tomarî (TÎS), aştiyê, çareseriyê, çareseriya pirsgireka aborî, daxwaza rawestandina operasyonên siyasî û lekerî, dijberiya taşaroniyê, xizaniyê xebitandina kar ya zarokan sûc be ew dê her tim KCK'yî bin. Kişanak, bilêv kir ku ji ber KESK, wekhevî, demokrasiyê dixwaze, ji ber mafê azadiya kedê dixwaze û rêxistinbûna sendîkayan û karkeran dixwaze û mafê kedê diparêze rastî operasyonê tê. Kişanak, bang li her kesî kir û bi berxwedanek mezin li dijî faşîzmê derkevin û piştgiriyê bidin KESK'ê.

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ VAN OPERASYONAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Kişanak, bal kişad ser operasyonên li dijî Rojnameya Atilimê û ETHA'yê û wiha berdewam kir: "Hemû kesên azad difikirin û dinivîsin rastî êrîş û operasyonan tên û divê her kes li dijî van operasyonên siyasî û dijzagonî bibin yek û vê faşîzmê têk bibin.

'HEMÛ SENDÎKAVANÊN HATIN BINÇAVKIRIN KURDIN

Kişanak, da zanîn ku di van operasyonên bi navê KCK'ê tê tên meşandin hemû kurd para xwe jê digirin û wiha got: "Di operasyona li dijî xwendekaran, nivîskaran, rewşenbiran, parêzeran, sendîkavanan û hemû saziyên sivîl ên civakî de kesên kurd tên binçavkirin û girtin. Hikûmeta AKP'ê bi rêya Dadgeha Rayeya Taybet li dijî kurdan operasyonên nijadî dikin. Ev dijminantiya li dijî kurdan e. Dixwazin vîna kurd bi tundiya dewletê têxin bin kontrolê.

KIŞANAK: HER KES XWEDÎ MAFE XWE B RÊXISTIN BIKE

Kişanak, da zanîn ku hikumet dixwaze kurdan bê rêxistin bihêle û rêxistinbûna hemû saziyan belav bike. Kişanak, bilêv kir ku dijberî her tiştî dê xwe bêtir bi rêxistin bikin û li her derê jiyanê xwe bi rêxistin bikin. Kişanak, da zanîn ku ger li Tirkiyeyê 20 milyon kurd dijin divê kurd li her derê xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Rêxistinbûn mafê her kesî yê rewa û zagonî ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û rêxistinan dikin û dixwazin li mafê xwe yê rêxistinbûnê xwedî derkevin. Li aliyekî destûr nadin kurdên Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin, li aliyê din jî bi pirsgirêka kurdên Sûriyeyê eleqeder dibe. Bila tu kesî nexapîne. Bila ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê veneşêre."

Kişanak, destnîşan kir ku ji nêz ve bi pirsgirêkên li Tirkiyeyê eleqeder dibe û wiha got: "Di seri de je ber agahî ji 2 pîlot nayên girtin em xemgîn in. Di serî de Serokwezîr Erdogan ji bo agahiyên teknîkî bi Serokên partiyan re parve bike em jî dawet kirin. Em ji beşdar bûn, lê agahiyên teknîkî ku hita niha bi hemû civakê re parve kir heman agahî bi me re parve kir. Me xwest hemû hewldanên dîplomatîk bidin destpêkirin. Me xwest bi lezgîn hikûmet agahiyên rast û vekirî bi civakê re parve bikin. Divê ji bo pêvajoyên ji niha xerabtir pêş nekevin divê em baldar bin û serî li rêbazên din nedin.

Kişanak, polîtîkayên Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê rexne kir u xwest vê hewldana xwe bi hemû civakê re parve bike. Kişanak, da zanin ku hikûmet dixwaze rêxistinek çekdarî pêş bixe û xwest hekû cemawariya Tirkiyeyê der barê polîtîkayên li hemberîe Sûriyeyê hişyar û şopdar bin.

Kişanak, xwest hikûmet li gorî bendewariyên gel polîtikayan pêş bixe û berjewendiyên gel esas bigire.

Kişanak bal kişand ser doza siyasetmedarên kurd a bi navê KCK'ê di 2'ê Tîrmehêde li Stenbolê tê dîtin û wiha got: "Hemû rêveberên me ji ber xebamtên fermî yên asayî û demokratîk tên darizandin. Em dixwazin hemû hevalên me bi lezgîn serbest bên berdan. Di vê dozê de partiya me û xebatên me tên darizandin. Ji bo em helwest û berteka xwe li hemerî vê yekê nîşan bidin em bang li her kesî dikin ku di 2'ê Tîrmehê de li Sîlîvriyê li ber dadgehê kom bibin.