Kişanak: Em dê li dijî van pêkanînan serî netewînin

Kişanak: Em dê li dijî van pêkanînan serî netewînin

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku ji bo siyaseta demokratîk dimeşînin bi hezaran hevalên wan girtî ne û wiha got: " Dibêjin ew bi fermana rêxistinê kar kirine. Rast e ! Hevalên me BDP'î ne û wan fermanan me da. Hevalên me ji bo xebatên partiyê kirine û mafên xwe yê siyaseta demokratîk bi kar anîne hatin girtin. Dixwazin me bi girtinan bibizdînin û çavtirsanî bikin. Lê xwe dixapînin."

Ji aliyekî ve doza KCK'a Stenbolê li Girtîgeha Sîlîvriyê didome, ji aliyê din jî bi sedan kes li ber edliyeyê disekine. Girseya ku li vir disekine sirûdên kurdî dixwînin û gelek caran dirûşmên wekî "Berxwedan jiyan e", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "KCK gel e gel li vir e" berz dikin. Leşkeran derdora edliyeyê dorpêç kiriye û nahêle kes derbas bibe. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlementerê BDP'a Agiriyê Halîl Aksoy Parlementera CHP'a Stenbolê Bînnaz Toprak jî ji bo dozê bişopînin hatin Girtîgeha Sîlîvriyê. Her wiha li ber salona rûniştinê gelek sazî û partiyên siyasî derbarî dozê daxuyanî didin.

KURKÇU: KURD MAFÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK DIXWAZIN

Di daxuyaniya ku ji aliyê parlementerên BDP'ê hate dayîn de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Parlementerê BDP'a Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu jî axivîn. Kurkçu diyar kir ku tu rewabûna darizandinên KCK'ê tune ye û wiha got: " Em ê li hemberî dîktatoriya AKP'ê têkoşîn bidin. Kurd mafên xwe yên herî demokratîk dixwazin. Hewceya van mafan bê dayîn. Divê dadgehên bi rayeya taybet bên rakirin."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî da zanîn ku ji bo siyaseta demokratîk dimeşînin bi hezaran hevalên wan girtî ne û wiha got:" Dibêjin ew bi fermana rêxistinê kar kiriye. Rast e ew BDP'î ne û wan fermanan me da. Hevalên me ji bo xebatên partiyê kirine û mafên xwe yên siyaseta demokratîk bi kar anîne hatin girtin. Hewceye dawî li van girtinan were. Dixwazin me bi girtinan bibizdînin û çavtirsanî bikin. Lê xwe dixapînin. Di serî de AKP'ê bila hemû kes bizanibe ku em mafên xwe yê herî mirovî û demokratîk dixwazin û heta em van bi dest bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li hundir mafê hevalên me yê herî mirovî ya parastina bi zimanê zikmakî nayê qebûl kirin. Ev pêkanîneka dîktatoriyê ye. Em serî li hemberî vê natewînin." Kişanak û parlamenterên BDP'ê piştî daxuyaniyê carekî din derbasî salona rûniştinê bûn.

Ji aliyê din endamên Platforma Şaxên KESK'a Stenbolê û Koma Xebatê ya Azadiya Hîndekarî û Lêkolînê ya li Tirkiyeyê jî daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku operasyonên KCK'ê li hemberî kurd û siyaseta demokratîk pêk tên û xwestin kesên hatine girtin serbest bên berdan û operasyon bi dawî bibe.

Di rûniştinê de ji ber heyeta dadgehê destûr nade parastina bi zimanê zikmakî bê kirin, parêzeran li ser mijarê diaxivin. Axaftina parêzeran didome