Kişanak: Em bi pêkanînên rêveberiya teng re rû bi rû man

Kişanak: Em bi pêkanînên rêveberiya teng re rû bi rû man

BDP’iyên ji bo doza KCK’ê ya Stenbolê ku piraniya wan BDP’yî ne bi giştî 193 kes tên darizandin, hatin Sîlîvreyê nagirin salona rûniştina. Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak wiha got: “Em bi pêkanînên rêveberiya teng re rû bir û man. Cendermeyan û polîsan dest danî ser wesayîtên me, lê gelê me îradeya xwe ya demokratîk b ikar anîn û xwe gihandin vir.”

Gelek kesên ji bo Doza KCK’ê ji Stenbolê çûn Sîlîvriyê negirtin salona rûniştinê. Li gelek xalên Stenbolê destûr nedan têketina wesayîtan. Gel ligel astengiyan xwe gîhandin Sîlîvriyê. Lê li otoyola TEM’ê wesayît hatin rawestandin. Gel ji vir neçar man 2 hezar metre ku ji girtîgeha Sîlîvreyê re mabû bimeşe. Her wiha li her riya ku diçe girtîgehê xalên lêgrînê hene. Wesayît yek bi yek tên lêgerînkirin. Li navenda Sîlîvriyê zêdebûna polîsan balê dikişîne.

Li dora Kompleksa Girtîgeh Sîlîvrî cenderme pir zêde ne. Nêzî hezar kesî li ber salona danişînê sekinîne. Cenderme hewl didin gel ji wir dûr bixin. Gengeşiya li ber salonê didome. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak beriya ku bikeve danişînê daxuyaniyek da û wiha got: “ Hevalên me yên li hundir, berdewamiya qirkirina siyasîne. Em ê hevalên xwe yên hundir bi tenê nehêlin, em ê mafên xwe yên siyaseta demokratîk heta dawî bidomînin. Îro em bi pêkanînên rêveberiya teng re rû bir û man. Cenderme û polîsan dest da ser wesayîtên me. Gelê me îradeya xwe ya demokratîk bi kar anî û hate vê derê.”

Parlamenterên BDP’ê Sebahat Tuncel, Pervîn Buldan, Sirri Sureya Onder û serokê gitşî yê SDP’ê Ridvan Duran, endama Lijneya Rêveberiya HDK’ê Gulsum Agaoglu, Serokê Giştî yê Tekstîl Senê Engîn Gul, Cigirê Giştî yê ESP’ê Alp Altinors, cigira serokê Giştî yê ODP’ê Sema Salokoglu û endamên KESK, TKP, ESP, BDP, SODAP, Malêngel û HDK’ê li ber salonê rawestiyane.