Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku girtiyên Sîlîvriyê ku di grevê de hêj di qawişên yek kesî de ne û wiha got: “Ev jî ji mirina zû re amadekariyê dikin. Dibêjin yan hun ê bimirin yan jî hun ê ji berxwedanê şûnde gavê bavêjin.” Kişanak bang li rayagiştî kir û diyar kir ku bila li hemberî daxwazên girtiyan bi hestiyar tevbigerin.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ku tevli Danişîna Doza Sereke ya KCK’ê ya li 15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sîlîvriyê dihat dîtin bû. Kişanak di navbera nîvro de bi endamên TUAD’ê re daxuyaniyek da.
Kişanak da zanîn ku girtiyên li girtîgeha Sîlîvrî ketine greva birçîbunê di hucreyên yek kesî de dimînin û got pêwistiyên wa yên rûhn nayê dayîn û wihagot: “Yanî bi rastî jî jib o mirina zû hawirê amade dikin. Dibêjin yan hun ê bimirin an jî hun ê dest ji berxwedanê berdin. Mafê jiyana wan tê binpêkirin. Berpisryar bila hişê xwe bigirin serê xwe. Ger ku wisa tevbigerin, em dê der barê kesên têkildar de serlêdana sûc bikin.”
DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE
Kişanak da zanîn ku ji îro şûnde ji 300’ê zêdetir girtî tevli greva birçûnê bûne û wiha pê de çû: “Hewcedariya her kesî bi aştî û çareseriyê heye. Ev mirov ji aştî û çaseriyê bedena xwe didin ber mirinê. Divê wijdana demokratîk rabe ser piyan. Ger ku niyeta hikûmetê ya aştiyê hebe, bila van dxwazan bîne cih.
Kişanak destnîşan kir ku ji daxwazan yek jî astengiya li hemberî zimanî zikmakî ye û wih agot: “Di rojan komîsyona makeqanûnê de zimanê dayikê heye. Ger hun ligel demokrasiyê bin divê hun qedexeyan rakin. Ev pêngav dê pêşiya aştiyê vebike. Ev pêngaveke girînge. Şertê yekemîn ê aştiyê demokrasî ye.
Kişanak anî ziman ku girtî dixwazin şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê başkirin û wiha got: “Ji bo Ocalan rola xwe bilize divê bigihêje azadiya xwe. Her kes dibêje Ocala rola sereke dilîze. Lê divê êdî pêngaveke şênber vê avêtin. Hikûmet divê nezelaliyê terk bike û projeya çareseriyê têxe meriyetê.”
Kişanak bal kişand ser tezkereya li Meclisê hate qebûlkirin û got ev tê wateya amadekariya şer û Tirkiye bi destê AKP’ê dikişe nava şer.
Li ser navê TUAD’ê Nurettîn Halîç daxuyanî da û got heta daxwazên girtiyan neyên cih, girtî çalakiya xwe didomînin û got ji ber geşedaneke neyînî jî hikûmet û polîtîkayên wê yên qirêj berpirsyarin.