Kişanak: Destpêkê pêwîste hikumet baweriyê bide

Kişanak: Destpêkê pêwîste hikumet baweriyê bide

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma BDP’ê de axivî û anî ziman ku, Serokwezîr Tayip Erdogan di kongreyê de tu hewldanên çareseriyê nedaye ber xwe û hêvî nedaye wan. Kişanak destnîşan kir ku, ji bo çareseriyê divê êdî parlemento berpirsyariyê bide ser xwe û gavê ku baweriyê dide wan bavêje. Kişanak anî ziman ku, heta daxwazên kurdan li ber çavan nayên girtin û makeqanûna demokratîk ku hemû mafan diparêze neyê avakirin pirsgirêk çareser nabe.

Kişanak di civîna koma BDP'ê de li ser geşedanên rojevê axivî. Kişanak anî ziman ku, hêj operasyon û pevçûn bi hemû leza xwe didome û wiha axivî: "Her roj ciwanekî nû tê kuştin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê cenaze diçin malbatan. Lê meclîsê pişta xwe daye vê rastiyê. Ji çar aliyên Tirkiyeyê dilê dayîkan dişewitin. Li hemberî vê rastiyê divê parlamento ker û kor nemine. Ji bo vê yekê divê êdî rêbaza diyalog û muzakereyan li ber çavan bê girtin."

'HIKÛMETÊ HIŞYARÎ Û PÊŞNIYARÊN ME LI BER ÇAVAN NEGIRT'

Kişanak destnîşan kir ku, wan berê her tim ji bo Tirkiye nekeve vê rewşê her tim parlemento hişyar kir û wiha got: "Her tim me bang kir. Me her tim got talûkeyek li pêş me ye. Me her tim pêşniyar û nexşerêya çaresriyê pêşkêşî meclîsê kir. Me xwest operasyon bi dawî bibe. Operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Me xwest parementerên me yên girtî serbest bên berdan. Me xwest zagona têkoşîna li dijî terorê re rabe û rê li pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Me xwest komîsyona mekeqanûnê ya demokratîk bê avakirin. Me xwest diyalog û muzakere bên destpêkirin. Me xwest mafê nasnameya gelê Kurd û statuya gelê Kurd bê qebûlkirin. Lê ev daxwazên me li ber çavan nehat girtin."

‘LI HEMBERÎ DAXWAZÊN ME GUHÊ XWE GIRTIN’

Kişanak da zanîn ku, hikûmet û parlementoyê her tim li hemberî daxwazên wan guhê xwe girtin û wiha got: "Niha Serokwezîr derbarê pêvajoya Osloyê aşkere dibêje 'Me hevdîtinên Osloyê qut kirin. Partiya me û Kurd kirin hedef. Li her derê êrîş pêk anin. Her tim rastî berovajî kirin û gotin PKK û BDP şer dixwaze. Hikûhmetê bi xwe hevdîtin qut kir û polîtîkayên şer pêşxistin. Ji bo polîtîkayên şer rewa bike salekê derew kirin. "Rojên borî Serokwezîr derewên xwe îtîraf kir û got me hevdîtin qut kirine. Ji bo çareseriyê divê berî her tiştî êdî gerek hûn derewan nekin. Divê êdî hûn li hemberî gel, me û her kesî rastiyê bêjin. Divê hûn li metnê protokolan xwedî derkevin."

DIVÊ JI PÊVAJOYA OSLOYÊ DERS BÊN DERXISTIN

Kişanak destnîşan kir ku, hêj şêlo û aloziyek heye û xwest protokolên tên îmzekirin bi raya giştî û gel re bên parvekirin û wiha berdewam kir: "Lê hikûmeta AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Hin caran dibêjin protokol hene me bi Ocalan re li hevkir, lê PKK'ê xirab kir. Hin caran jî dibêje protokol û belge tune. Ger ku hikûmetê ji bo çareseriyê teklifek çareseriyê pêşkêş kiribe bila bi mere parve bike û em jî bibînin. "

'KESÊN ÇARESERIYA WAN TUNE BE KES LI PEY WAN NAÇE'

Kişanak destnîşan kir ku, êdî kesên ku rêya yan ya çareseriyê tune bin û projeyên wan ên çareseriyê tune bin kes li pey wan naçe û wiha berdewam kir: "Niha 8 hezar hevalên me girtî ne. Êdî bi tu awayî îzahata girtinan nabe. Mamoste, parazvanên mafên mirovan, rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hemû kesên rexne dike û nerazîbûnên xwe tinin ziman tev tên girtin û got: "Divê êdî rastî bê aşkerekirin û her tişt ji nûve bên aşkerekirin. Divê êdî gavên baweriyê bên avêtin. Heta ku gavên somut neyên avêtin çareserî pêk nayê."

‘DIVÊ TEQEZ MUZAKERE Û DIYALOG HEBE’

Kişanak da zanin ku, ji bilî pêvajoya muzakere û diyalogê tu rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd nabe.

Kişanak destnîşan kir ku, pirsgirêka Kurd ya doza heq û azadiyê bi tundî, şer û kuştinê çareser nabe û xwest bi rêbaza lihevhatin û diyalogê çareser bibe û wiha axivî: "Divê berî her tiştî rê li pêşiya siyaseta demokratîk veke û mafê heq û azadiyê bê dayîn. Êdî gelê Kurd koletiyê û neheqiyê qebûl nake. Gelê Kurd êdî dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe. Dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiya zimanê zikmakî bibîne. Gelê Kurd wekhevî edalet û mafê xwe yê bingehîn dixwaze."

'DIVÊ ZAROK HER SIBE LI DIBISTANAN SONDA 'EZ TIRKIM' NEXWIN'

Divê êdî zarokên Kurd her serê sibê neçin li dibistana sonda "Ez tirkim" nexwin. Divê em bi hev re bi reng, bawerî û çanda xwe bijîn. Kişanak destnîşan kir ku, di kongreya AKP'ê de derket holê ku tu hewldana Serokwezîr Erdogan tuneye û wiha berdewam kir: "Dixwaze her kesî têxe bin baskê xwe û li gorî xwe pirsgirêkê çareser bike. Dixwaze her tiştî înkar û îmha bike. Dixwaze împaratoriya xwe li ser her kesî pêk bîne. Lê em di sedsala 21'an de dijîn û ev yek ne pêkan e. Ji bo em di sedsala 21'an de bi hevre bijîn, divê berî her tiştî em bi reng, baweri, ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Divê em xwe bi xwe bi rêve bibin. Ger ku em xwe bi xwe bi rêve bibin wê demê em dê karibin bi hevre bijîn."

GELÊ KURD AZADIYA OCALAN DIXWAZE

Kişanak da zanin ku, gelê Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze û wiha pêde çû: "Ger ku bi rastî jibo aştî û çareseriyê dixwazin gavan bavêjin divê berî her tiştî rast nêzî Birêz Ocalan bibin. Divê berî her tiştî dîsa bi Birêz Ocalan re muzakere û diyalogan destpê bikin. "

'HETA PARASTINA ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ REDKIRIN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'

Kişanak anî ziman ku, 3 salin hevalên wan bê pirs û lêpirsîn tên darizandin. Kişanak da zanîn ku, ji ber hevalên wan xwestin bi zimanê zikmakî parastinê bikin 3 salin bê pirs û lêpirsîn tên darizandin û mafê wan yê azadiyê ji destê wan tê girtin. Kişanak daxuyand ku, ji vê hewldanê çareserî, aştî û demokrasî dernakeve û wiha berdewam kir: "Heta mafê parastina zimanê zikmakî bê redkirin pirsgirêk nayê çareserkirin. Heta ku daxwazên kurdan yên azadiyê bên redkirin pirsgirêk nayê çareserkirin. Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî qedîm û xwedî mafe. Niha li Kurdistanê di gelek saziyên cemaweriyê di bi kurdî diaxivin. Lê di fermiyetê de nikarin aşkere biaxivin. Lazime astengiya li pêş axaftina zimanê zikmakî, perwerdehiya zimanê zikmakî, azadiya fikir û ramanê ji holê rabe."

'DIFIKIRIN KU DÎSA BI XAPANDINÊ 10 SALAN LI SER ÎXTIDARÊ BIMIN'

Kişanak da diyarkirin ku edî înkar û îmha bi ser nakevin û edalet, wijdan û azadê dê bi ser bikevin. Kişanak da zanîn ku, ev pirsgirêka wijdanê ye û wiha got: "Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tenê berpirsiyariya siyasî nadin ser xwe. Em di heman demê de berpirsyariya wîcdan jî didin ser xwe. Êdî tehemula gelê Kurd û tirk li hemberî binketinê tune. Em dibêjn bawerî hejiya ye. Parlemento dikare berpirsyariyê bide ser xwe û rê li pêşiya çareseriyê veke. "