Hevseroka Giştîya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, têkildarî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ya têkildarî BDP'iyên li Şemzînan rastî kontrola rê ya gêrîlayên HPG'ê hatin tu agahî ji partiya wan re ranegihandine û wiha got: "Dadgeha Bilind bi fermana AKP'ê lêkolîn da destpêkirin. Ev biryareke siyasî ye.
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, têkildarî heyeta BDP û KCD'ê û rêxistinên sivîl ên li Şemzînan rastî kontrola rê ya gêrîlayên HPG’ê hat lêkolîn da destpêkirin. Serdozgeriyê ji dozgerê herêmê dîmen xwestin û dosyaya sîcîlê ya partiyê jî lêkolîn dike. Li bendêne ku piştî lêkolînê dê doza girtinê bê vekirin an na biryar dê bê dayîn. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak têkildarî mijarê de axivî û diyar kir ku, têkildarî lêkolîna serdozgeriyê de ji wan re tu agahî nehatine ragihandin û wiha axivî: "Berê li Stenbolê di dozên 'KCK'ê' de jî em li hemberî heman tişt hatin. Dadgeh di nava amadekariyeke wisa de ye."
'BILA HIKÛMETA BIÇE ŞEMZÎNAN'
Kişanak da zanîn ku, dimenên Şemzînan sûc nînin rastiya vî welatî ne. Kişanak bilêv kir ku, ya sereke bê kirin hikûmeta biçe Şemzînan û têkildarî şer de lêkolînê bike û wiha pê de çû: “Bila hikûmeta biçe Şemzînan. Dema rastî gêrîlayên HPG’ê hat ka dê çi bike." Kişanak diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê di pirsgirêka Kurd de rêbaza neçareseriyê bikartîne û vê yekê hêj kûr dike. Kişanak anî ziman ku, biryara Dadgeha Bilind girtî biryarekî siyasî ye û wiha got:
"Dadgeha Bilind bi fermana AKP'ê lêkolîn da destpêkirin. Ev biryareke siyasî ye. Dema mirov berê xwe dide paşeroja Tirkiyeyê hemû partiyên hatin girtin bi biryarên siyasî pêk hatine. Li Tirkiyeyê serxwebûna dadê tuneye."