Serokê Giştî yê Partiya Komargir a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû ragihand ku hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyê di polîtîkayên derve de kiriye taşeron û got; “Ev cara yekem e ku hin kesên din polîtîkayên Rojhilata Navîn diyar dikin û Tirkiye jî pêk tîne. Ev yek jî di dema vê hikûmetê de pêk hat.”
Kiliçdaroglû piştî beşdarî bernameya “Abbas Güçlu ile Genç Bakiş" a li zanîngehek taybet a Mêrsînê bû, bersiv da pirsên rojnamevanan ên der barê dersînorkirina dîplomatên Sûriyeyê de.
Kiliçdaroglû got; “Em ji destpêkê ve polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê rast nabînin. Ger Tirkiye li Rojhilata Navîn xwedî biryar be, divê dê hinek bi ya gotinên Tirkiyeyê bikin, bi vî awayî nabe.”
Kiliçdaroglû ragihand ku hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyê di polîtîkayên derve de kiriye taşeron û got; “Ev cara yekem e ku hin kesên din polîtîkayên Rojhilata Navîn diyar dikin û Tirkiye jî pêk tîne. Ev yek jî di dema vê hikûmetê de pêk hat.”