Keyman: Li ser Tirkiyeyê ewrên reş digerin

Keyman: Li ser Tirkiyeyê ewrên reş digerin

Ji Navenda Lêkolînên Civakî yên Berlînê Wolfgang Merkel di konferansa bi navê "Tevkariya Siyasal û Demokrasiyê" ya ji aliyê Nûnertiya Komeleya Heînrîch Boll Stîftung ya Tirkiyeyê ve hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku, li cîhanê demokrasî di nava paşketinekê de ye û saziyên sivîl û tevgerên jinan bingeha demokrasiyê ne. Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê Fuat Keyman jî diyar kir ku, li Tirkiyeyê demokrasî tuneye û wiha got: "Li ser Tirkiyeyê ewrên reş digerin"

Nûnertiya Komeleya Heînrîch Boll Stîftung ya Tirkiyeyê li Salona Civînê ya Cezayirkê konferansa bi navê "Tevkariya Siyasal û Demokrasiyê" li dar xist. Serokê Komeleya Heînrîch Boll Stîftung Ulrike Dufner axaftina vekirina konferansê kir. Dufner, diyar kir ku li gorî lêkolînên hatin kirin li gelek welatan demokrasî li şûna pêktinê paş dikeve û wiha got: "Sedema demokrasî baş naçe biryarê girtina mekanîzmayan her dike ji hev dûr dikev, tevlîbûna hilbijartinan kêm dibe, baweriya ji partiyên siyasî û siyasetê kêm dibe."

'LI CÎHANÊ DEMOKRASÎ PAŞ DIKEVE'

Pişt re ji Navenda Lêkolînên Civakî ya Berlînê Wolfgang Merkel axivî. Merkel, diyar kir ku li gel li gelek welatan tevlîbûn kême lê rêbaza referandûman pêk tînin û wiha got: "Dema ku mirov li gorî demokrasiyan binirxîne referandûm rêbezeke serkeftiye an rîske? Ji bo demokrasî bi hêz bibe têkildarî di navbera rêveberiya navend û herêmî û siyaseta herêmî de gelek girînge. Di vê mijarê de Şertê Xweseriyên Rêveberên Herêmî yên Ewropayê çi dibêje? Li Tirkiyeyê aktorênvê yekê çawa dinirxînin? Pêkanîna biryarên herêmî giringe.

Li Ewropa û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna herêmiyan zêde bikin gelek rêbazên cuda diçeribînin." Merkel, anî ziman ku rêxistinên sivîl, tevgerên jinan û tevgerên hemwelatiyan li hemberî siyaseta klasîk rêxistinên alternatîf in û wiha axivî: "Rola partiyên siyasî di kîjan alî de guherî û ji me re pirsên çawa tîne? Têkildarî di navbera partiyên siyasî û rêxistinên civakî û tevgerên hemwelatiyan de dê çawa bê nirxandin? Hewcehiya têkiliya di navbera her du aliya de dê çawa bersivê bide?"

'LI SER TIRKIYEYÊ EVRÊN REŞ DIGERIN'

Piştî re panela bi navê "Nîqaşên demokrasiyê yên li Tirkiye û Cîhanê" ya moderatoriya wê Bekîr Agir li dikir pêk hat. Di panelê de ji Freedom House Susan Corke, "Pirsgirêkên kurevî û rewşa demokrasiyên cîhanê", ji Zanîngeha Sabanci Fuat Keyman "Pirsgirêkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê" û ji Komelaya Heînrîch Boll Stîftung Claude Weînber jî "Nêrîna derve a li demokrasiya Tirkiyeyê" axivîn. Fuat Keyman, diyar kir ku tevkariya ciwanên Tirkiyeyê ya siyasetê divê cuda bê nirxandin. Keyman, anî ziman ku li Tirkiyeyê tu caran demokrasî bi awayekî rêk û pêk nerûnişt. Keyman, da zanîn ku ev qirîz ji bo cîhanê jî derbasdar e û li ser Tirkiyeyê evrên reş digerin.

Konferans dê 2 rojan berdewam bike.