Hate ragihandin ku li qeraxa deryaya Egeyê keştiyek ku welatiyên Iraq û Suriyeyê ku Kurd jî di nav de hene bi riyên qaçax dibirin Ewropayê, bin av bû. Di keştiya ku 103 kes hebûn de, 51 kes hatine rizgarkirin, 52 kes jî hîn winda ne. Tê gotin ku di keştiyê de kurd jî hene û yên hatine testpîtkirin 14 ji bajarê Hesekê ne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, keştiyek ku têde 103 penaberên welatiyên Suriye û Iraqê hebûn û bi riyên qaçax diçû Yewnanîstanê, li qeraxa deryaya Egeyê li nêzî bajaroka Ahmetbeyî ya girêdayî navçeya Menderes a bajarê Îzmîrê li keviran qelibî û binav bû. Hate ragihandin ku 51 kesên li cihê vekirî yê keştiyê bûn hatine rizgarkirin, lê 52 kesên ku cihê sergirtî yê keştiyê bûn û piraniya wan jin û zarok in, hîn winda ne.
Lêgerîna ji bo dîtina 52 kesan didome. Hate ragihandin ku keştî herî zêde 70 kesan digire, lê simsarên mirovan 103 kes lê siwar kirine.
DI NAV DE KURD JÎ HENE
Hate ragihandin ku di keştiyê de kurdên ji Rojavayê Kurdistanê jî hene û 14 ji wan ji bajarê Hesekê ne. Tê gotin ku di nava wan de jin û zarok jî hene. Ji welatiyên kurd ên ku navên wan hatin hînbûn ev in: Ferhat Emer, Şivan Eemer, Lava Emer, Saliha Ebdo Selmo, Ehlem Yunus, Ýbrahim Yunus, Cîhan Yehya Yunus û zarokên wê Mehemet, Murat û Cumana, Şiyar Emer, Cumana Yunus û hevserê wê Amir û derguşa wê ya du mehî.
Hate hîn bûn ku ev kesên hanê beriya niha jî 2 caran hewl dane ku derkevin derveyî welat, lê ji ber ku keştiyên wan xirab bibûn dîsa vegeriya bûn.