Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a ji bo hevdîtinê bersivand û angaşt kir ku 'Xerabûyîna keştiyê didome' û daxwaza hevdîtinê red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Suna Bîlgîn, Mahmut Taşçi û Rezan Sarica ji bo bi mûwekkîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne serê sibê serî li dozgeriya komarê ya Bursayê dabû. Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê serlêdana parêzeran bersivand û bi angaşta "Xerabûyîna keştiyê didome" daxwaza hevdîtinê red kir.
Parêzeran sêşema borî jî ji bo hevdîtinê serî lê dabûn lê bi hinceta ba û bahoz heye hevdîtin hatibû astengkirin. Di 2 mehên borî rêvebiriya girtîgehê bi hinceta "Keştî di tamîrê ye" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" hevdîtinê asteng dikir. Balkêş e ku rêvebiriya girtîgehê bi hinceta vê hefteyê ya "Xerabûyîna keştiyê didome" bi hincetên xwe yên hefteyên borî dikeve nava nakokiyan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ango 331 roj in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Hemû serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî, "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" herî dawiyê jî bi hinceta "keştî tê temîrkirin" hat astengkirin.