Keştiya dewleta Tirk dîsa xerabe ye!

Keştiya dewleta Tirk dîsa xerabe ye!

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtîna xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê dan. Lê dozgeriyê dîsa bi hinceta "Keşti xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Sûna Bîlgîn, Mahmût Taşçi, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica ji bo hevdîtina xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgerê Komarê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bersivekî neyîdî da û bi hinceta "Keştî xerabe ye" destûr nedan parêzeran.

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (338 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê redkirin û hevdîtin tê astengkirin.