Sepanên zext û êşkenceyê yên li girtîgehan bênavber didomin. Yek ji binpêkirinên sereke yên li girtîgehan jî astengkirina mafê jiyanê ye. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di 8’ê Hezîranê de çû serdana Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û têkildarî binpêkirinên li wê derê axivî.
Keskîn, da zanîn ku girtiya nexweş Fatma Tokmak 22 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên wê yên weke derîçeya dil, bronşît û bêhnkurtkê hene û ev agahî dan: “Muwekîla min Tokmak ji ber sûcekî ku wê nekiriye di girtîgehê de tê ragirtin. Dema Tokmak dihat darizandin, bi tirkî nedizanî. Bi darê zorê îfade pê dan îmzekirin û lêpirsîn hate destpêkirin. Doza wê li ser vê bingehê hate vekirin. Di dema lêpirsînê de zarokê wê yê biçûçik jî pê re bû û rastî gelek êşkenceyan hat.”
Bi domdarî Keskîn diyar kir ku tevî nexweşiyên giran ên Tokmak jî Saziya Tipa Edlî (ATK) derbarê wê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û wiha pêde çû: “Raporên ATK’ê yên têkildarî girtiyên siyasî her tim wiha ne. Lê Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) raporek amade kir û got ku Fatma Tokmak nikare di girtîgehê de bimîne. Me ev rapor jî pêşkeşî dozgeriyê kir lê mixabin ev daxwaza me heta niha jî nehatiye qebûlkirin. Her wiha me serî li Wezareta Dadê jî da. Lê daxwaza me hate redkirin. Rewşa tenduristiyê ya Tokmak roj bi roj bêhtir krîtîk dibe. Ji ber nexweşiyên xwe, rojê tenê dikare saetekê razê. Êdî bi zor û zehmet bêhnê distîne, bijîşkê wê pê re eleqedar nabe û rastî miameleyeke xerab tê.”
Keskîn, got ku di heman rojê de çûye serdana endama Lijneya Rêveber a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Mucella Yapici jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Yapici birin nexweşxaneyê, kelemçe li destên wê hatibû şidandin. Lewma destên wê reş û şîn bûne. Her cara ku dibin nexweşxaneyê êşkenceyê lê dikin. Lewma biryar da ku êdî neçe nexweşxaneyê. Em bûn şahid ku ev kes ji kesên derve bihêztir in. Tespîtên wan ên siyasî nîşaneya vê ye. Yapici got ku di sala 2015’an de ji cezayê hatiye dayîn beraet kiribûn lê cara duyemîn ji heman cezayî hatine girtin.”