Keskîn: Tiştên ku Peker qalê dike, di salên 1990'î de bi serê me ve hatin

Eren Keskîn anî ziman ku tiştên lîderê rêxistina sûc a organîzeyî Sedat Peker îro qalê dike, "Di salên 1990'î de bi rengekî eşkere bi serê me ve hat" û got, "Mixabin dema ku me got ne xema kesî bû, lê dema Sedat Peker eşkere kir, hate nîqaşkirin."

Lîderê rêxistina sûc Sedat Peker ku bi bultena sor lê tê gerîn û li derveyî welat e, bi parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal kete rojeva Tirkiyeyê. Di hedefa Peker de Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agar hene. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku ji salên 1990'î û vir ve ji bo mafên mirovan têdikoşe, têkildarî sûcên dewleta kûr û rojevê ji ajansa me re axivî.

Eren Keskîn anî ziman, ku di çarçoveya têkoşîna wan a salan de tiştên ku niha têne axaftin, ji xwe ew pê zanin, demeke dirêj e tînin ziman û got, "Em; parêzvanên mafên mirovan bi salane vê dibêjin; aqlê dewletê yê salên 90'î di dewrê de ye. Tevî ku weke dewleta kûr tê pênasekirin jî dewleta diyarker ev e. Ji xwe ne pêwîste Sedat Peker bîne ziman, di salên 1990'î de ev bûyer bi serê me ve hat. Mirovên me hatin kuştin, dema destgîrkirî bûn hatin windakirin, di skandala Sûsûrlûkê de ev tevn ji xwe bi gelek awayî eşkere bû. Her carê ser wê hate nixumandin. Dewletê di Rapora Sûsûrlûkê de hebûna rêxistiniyeke wiha qebûl kir. Lê belê dewleta Komara Tirkiyeyê ku ti carî xwe neda ber rûbirûbûna li rabirdûya xwe, ji xwe ji aliyê rêxistineke wiha ve tê birêvebirin. Bi dîtina min heqê mirov ji vê re nebêje dewleta kûr, bêje dewleta rasteqîn. Van rêxistiniyan ji xwe demeke dirêj cihê xwe di nava dewletê de girtin. Seda Peker jî ji xwe bi awayekî eşkere dibêje ku demeke dirêj e di nava dewletê de ye. Bi bîr bînin; heman Sedat Peker beriya demeke kurt bi kuştinê gef li me xwar, lê ev yek di çarçoveya azadiya fikrî ve hate nirxandin. Em; ên ku ji bo mafên mirovan têdikoşin, salên dûr û dirêj in vê dibêjin; lê mixabin ne ji ber vegotina me, yên ku êşên giran ji komkujiyan kişandine ev mijar tê nîşankirin. Di encama şerê navxweyî de mijar tê nîqaşkirin."