KESK: Xebatên sendîkal tên lêpirsîn

KESK: Xebatên sendîkal tên lêpirsîn

Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul ji endamên KESK'ê yên li ber Edliyeya Enqere disekinin re axivî û diyar kir ku, xebatên wan ên sendîkayê hatine lêpirsînkirin. Tombul, anî ziman ku ji serokê wan ê giştî û hevalên wan ên din ên hatin binçavkirin pirsên çima tevlî mitînga bûn hatine kirin.

Ji kesên di çorçoveya operasyona li dijî KESK'ê pêk hat, hatin binçavkirin jê 35 kes derxistin dozgeriyê û karên îfade dayînê berdewam dikin. Gelek endamên KESK'ê yên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin li ber Edliyeya Enqere sekna xwe berdewam dikin. Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan, Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel, Wekîlên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Suleyman Çelebî, Musa Çam, Huseyin Aygun û Velî Agbaba, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Mehmet Soganci, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul, rêveberên DÎSK'ê, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş û gelek nûnerên rêxistinên sivîl hatin ber edliyeyê û piştgirî dan KESK'iyan. Kedkarên li ber edliyeyê kombûn sloganên "KESK'iyên girtî rumeta me ne", "Bijî biratiya gelan" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor" berz kirin û dowîz hilgirtin.

'KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN KURDIN'

Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî têkoşîna wan a maf û azadiyan împartoriya tirsê ya AKP'ê dîtin û wiha got: "Hevalên me yên hatin binçavkirin hemû wekî hevalên me yên hatin girtin bi salan in di nav têkoşîna kedê de bi bîryar kedê didin û kurd in. Hikûmeta AKP'ê li hemberî hemû kurdê wekî wan nefikirin operasyona pêk tîne û helwesat kurdî herî baş di girtîgehê de ye pêk tîne." Tombul, da zanîn ku KESK perçeyekî têkoşîna azadiyê, demokrasiyê û sendîkayê ne û wiha pê de çû: "Hemû xebatên me yên sendîkal rastî lêpirsînê tên. Ji ber ku Serokwezîr ji têkoşîna KESK'ê tirsiya KESK hedef girt." Tombul, da zanîn ku ew li hemberî faşîzma AKP'ê seri natewînin.