Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, diyar kir ku, yekane sedemê serdegirtin û binçavkirina endamên wan kurdbûna wane. Tombul got; "Heta niha 67 kes hatin binçavkirin. Me agahî girt ku di demjimêrên pêş de ev hejmar dê zêde bibe. Ji hêla din ve jî di lîsteya kesên bên binçavkirin de navê 71 kesan heye."
Di çarçoveya operasyona di bin navê KCK'ê li hemberî KESK'ê pêk hat de polîsan bi ser gelek sendîkayên KESK'ê de girtin. Lêgerînên li navenda giştî ya KESK'ê û gelek saziyên din berdewam dikin. Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Hasîp Kaplan, Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Gişî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên TMMOB û DÎSK'ê ji bo operasyonan şermezar bikin li ber navenda giştî ya KESK'ê civiyan. Hat hînbûn ku Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen piştî ku li Amedê tevlî daweta birazayê xwe bû dema ku ber bi Tetwana Bedlisê ve diçû li Farqînê hat binçavkirin.
'HETA NIHA 65 KES HATIN BINÇAVKIRIN'
Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul li ber navenda giştî ya KESK'ê daxuyanî da û got; "Bi destê AKP'ê Serokê Giştî yê KESK'ê jî di nav de 65 rêvebirên me hatin girtin. Ev hejmar di saetên pêş de ew ê zêdetir bibe. Ji ber ku AKP hemû kesên ku wekî wî nafikire dixe bin çavan. Sedemê van binçavkirinan çalakiyên me yên 28'ê Adarê li hemberî pergala 4+4+4 hatî lidar xistin û grevên me ne. Hikûmet di bin navê hewldanê de li şûna demokrasiyê pêk bîne sendîkavanên kurd digire. Pêkûtî nikarin me biçewisînin."
'EM HEMÛ KESK'Î NE'
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî destnîşan kir ku, operasyonên hikûmeta AKP'ê bi armanca çewisandina siyaseta demokratîkin û bi gotina; "Îro em hemû KESK'î ne." nerazîbûna xwe anî ziman. Hat ragihandin ku endamên KESK'ê saet 17.00'an de li ber YKM'ya Kizilayê dê meşekê lidar bixe.
Navên Kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Sekreterê Tum Bel-Senê Îzzettîn Alpergîn, Serokê Şaxa Tum Bel Senê ya bi hejmar 2 Devrîm Kahraman, Rêvebirên Şaxa Tum Bel Senê ya bi hejmar 2 Yilmaz Yildirimci, Ferruh Çelîk, xebatkarê koma BDP'ê Cebraîl Aslan, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Mehmet Bozgeyîk, Endamên Egîtîm Senê Abdullah Kahraman, Sakîne Eryilmaz, Sekreterê Giştî yê SES'ê Siddik Akin, Endamê Şaxa Egîtîm Senê ya bi hejmar 1 Çerkez Aydemîr, Endamê SES'ê Fîkret Çaglayan, Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê û rêvebirê BES'ê Murat Işik, Serokê Egîtîm Sena Amedê Kasım Bîrtek, Nîhat Kilinçalp, Erdal Turan, Seyran Şik, Mehmet Sezgîn Îbîn, Mustafa Bozan, Reşît Sumbul, Aykut Erhan Turgut, Guven Yildirim, Yunus Akil, Belgîzar Sazak, Bulent Kaya, Îzzettîn Ekîn, Mehmet Arda, Mehmet Sadik Varli, Ozkan Yorgun, Osman Îşçî, Emel Emre, Metîn Vuramak, Hasan Kaldik, Abdullah Karahan, Sadrettîn Kaya, Veysel Ozhektî, Yusuf Kosele, Hanim Koçyîgît, Erdal Yilmaz, Bekîr Gurbuz, Cezmî Gunduz, Abdulganî Cayhan, Lokman Ozdemîr, Salîh Ersan, Sîbel Anil, Faîk Delî, Alîcan Kaplan, Cemîle Duman, Ahmet Koçyigît, Hadî Aslan, Abdulkadîr Baydar, Niyazî Yilmaz, Tarik Kaya, Hamdullah Yildirim, Şahîn Kayikçi, Şerîf Îldogan, Hasan Olgun, Mucahît Karakuş."