KESK ji bo serbest berdana hevalên xwe daket qadan

KESK ji bo serbest berdana hevalên xwe daket qadan

Platforma Şaxan ya KESK’ê yên Wan, Amed, Edene, Êlih û Îzmirê ji bo kedkarên girtî çalakî pêk anîn xwestin bi lezgîn endam û rêveberên wan yên KESK'ê serbet bên berdan.

WAN

Platforma Şaxa KESK’ê ya Wanê li dijî girtina rêveber û endamên xwe meş û daxuyanî li dar xistin. Sendîkavan li ber Mavî Plazayê civiyan û li ser kolana Cumhuriyetê heta Parqa Feqiyê Teyran meşiyan. Rêveber û endamên KESK’ê tevlî meşê bûn û pankarta “Em bê deng nabin, em dê li ber xwe bidin û êrîş nikarin me bêzar bikin” hate vekirin. Çalakvanan bê navber dirûşmên “Êrîş nikarin me bêzar bikin”, “Girtiyên KESK’î rûmeta me ne” berz kirin. Li parqê meş bi dawî bû û li vir rêveberên BDP’ê û ÎHD’ê destek dan KESK’iyan. Li ser navê KESK’ê Berdevkê Demê yê KESK’ê û Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Wanê Selamî Ozyaşar daxuyanî xwend. Ozyaşar diyar kir ku, bi salane KESK di qada ked û demokrasiyê de têkoşîn dide û got ev pêla operasyonê li ser KESK’ê 2 meh li pey xwe hişt.

‘KESK DI NAV TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DE YE’

Ozyaşar anî ziman ku, ji bo hevalên wan girtî bên berdan ew carek din bi hogirên xwe re derdikevin qada û daxwaza azadiya hevalên xwe dixwazin. Ozyaşar destnîşan kir ku, heskirina wan li hemberî têkoşîna 68 hevalên wan girtî bi dawî nebûye û feraseta ku keda 68 hevalên wan wek “Li dijî zagona” daye nîşandan di zîndanê wê ferasetê de ne. Ozyaşar bi lêv kir ku, hêj 68 hevalên wan di pişta hesinê zîndanan de girtîne û wiha got: “Em wek KESK’ê di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê de ne. Û em perçeyek vê têkoşîne ne. KESK wiha dibêje ‘Li hemberî faşîzmê demokrasî. Li hemberî Emperyalîzmê serxwebûn. Li hemberî şer aşîtî. Li hemberî êrîşa azadî. Li hemberî nojadperestî û şovenîzmê yekîtiya kedê û biratiya gelan.”

Daxuyanî bi çalekiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

AMED

Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê jî bi heman armancê li ber AZC Plaza ya Ofîsê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endamên KESK'ê, nûnerên ÎHD û Komeleya Nivîskarên Kurd amade bûn. Berdevkê Platformê Ahmet Ayaz anî ziman ku, KESK evîndarê demokrasiyê ye û dê her tim ji bo demokrasiyê têbikoşe.

ÊLIH

Endamên Platforma KESK'ê yên Êlihê jî bi heman armancê li Kolana Gulistanê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê, Nûnerên KESK'ê, nûnerên ÎHD'ê û saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

EDENE/ÎZMÎR

Endamên Platforma KESK'ê yên Edene û Îzmirê jî bi heman armancê çalakîp êk anîn. Platforma KESK'ê ya Edeneyê li Parka Înonu ya Îzmirê jî li ber Sumerbanka Berê li hevkom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.