Sekreterê Giştî ya KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombûl bertek nîşanî binçavkirina sendîkavanên KESK'î de cih digirin da û da zanîn ku, ew dê li hemberî zextan serê netewînin.
30 sendîkavanên KESK'î ku di encama operasyona bi navê KCK'ê hatibû lidarxistin de hatibû binçavkirin derxistin edliyeyê. Endamên KESK'ê jî li ber edliyeyê kom bûn û operasyonan şermezar kirin. KESK'îyan pankarta "Em dê bêdeng nebin, li ber xwe bidin û dê li hemberî zextan serî netewînin" vekirin. Li vir Sekreterê Giştiyê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombûl axivî û da zanîn ku KESK'ê bi salane di nava têkoşînê ye û wiha got: "Bi salan zext li ser me kirin, cop kirin, girtin bin çavan. Lê KESK tu carî ji têkoşîna xwe paş de gav neavêt. Ji îro û pê de jî paş de gav dê neavêje. Serî li hemberî zextan natewîne." Hate zanîn ku Reşît Sumbul, Cîvan Yildirim û Îzzettîn Ekîn ji ber pirsgirêkên wan yên tendûristiyê hebû hatin serbest berdan û biryara binçavkirina derbarî 14 kesan jî guhertin biryara qefaltinê. Bi vê yekê hejmara kedkarên ku di bin çavan e bû 55'an.
BDP'IYAN BI DOZGER RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Kesên ku piştgiriyê dide kedkarên KESK'î yên li ber avahiya Edliyeya Enqereyê disekinin her ku diçe zêde dibe. Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Alîkarên Hevserokên Giştî ya BDP'ê Yuksel Mûtlû û Meral Daniş Beştaş hatin ber edliyê û piştgirî dan KESK'îyan. Heyeta BDP'ê piştre derbasî edliyeyê bûn û bi dozgerên ku lêpirsînê dimeşîne re hevdîtinek pêk anîn.
Kedkarên ku niha di bin çavan de wiha ne: Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Sekreterê Giştî ya SES Siddik Akin, Sekreterê Giştî ya Tum Bel-Sen Îzzettîn Alpergîn, Serokê 2'emîn Şaxa Tum Bel-Sen'ê Devrîm Kahraman, rêvebirên 2'emîn Şaxa Tum Bel-Sen Ferrûh Çelîk, Yilmaz Yildirimci, Sekretera Jinan a Egîtîm Sen Sakîne Esen Yilmaz, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen Mehmet Bozgeyîk, endamê Egîtîm Sen Nîhat Kilinçalp, Rêvebirê 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen Çerkez Aydemîr, Rêvebirê SES'a Enqere Erdal Tûran, Serokê Lijneya Venêrana Giştî ya SES'ê Fîkret Çalagan, Rêvebirê 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen Aykût Erhan Tûrgût, Sekretera Jinan a Giştî ya Haber Sen Seyran Şik, Rêvebirê Şaxa Tarim Orkam Sen a Enqereyê Sezgîn Îbîn, Serokê Şaxa Yapi Yol Sen a Mûstafa Bozan, Serokê Giştî yê berê ya BTS'ê Yûnûs Akil, Endama Meclîsa Giştî ya BES'ê Belgîzar Sazak, Serokê Giştî yê berê ya BES'ê Bulent Kaya, endamên Şaxa Egîtîm Sen a Enqereyê Mehmet Arda, Mehmet Sadik Varli, Endamê Şaxa Tarim Orkam Sen a Enqereyê Ozkan Yorgûn, endamê Tum Bel-Sen Cebraîl Arslan, endamê Egîtîm Sen a Enqereyê Osman Îşçî, Sekretera Jinan û Têkiliyên Derve ya ESM'ê Emel Emre, Serokê Giştî ya Tarim Orkam Sen Metîn Vûranok, Endamê MYK'a SES'ê Hasan Kaldik, Sekreterê Malî ya Giştî yê Egîtîm Sen Abdûllah Karahan, Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Kasim Bîrtek, Endamê Lijneya Venêran a KESK'ê Sadrettîn Kaya, Rêvebirê Şaxa BTS'a Amedê Veysel Ozhektî, Sekreterê Şaxa Haber Sen Edeneyê Yûsûf Kosele, Endama Şaxa Egîtîm Sen a Sakarya Hanim Koçyîgît, Sekreterê Rêxistinê ya Şaxa Egîtîm Sen a Semsûrê Erdal Yilmaz, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Semsûrê Bekîr Gurbuz, endamê Egîtîm Sen Cezmî Gunduz, Abdûlganî Cayhan, Serokê Giştî yê DÎVES Lokman Ozdemîr, endamê Haber Sen Salîh Ersan, endamên Şaxa Egîtîm Sen a Stenbolê Sîbel Anil, Faîk Delî, Alîcan Kaplan, Endama Şaxa SES'a Stenbolê Cemîle Dûman, Endamê Şaxa Tarim Orkam Sen a Stenbolê Ahmet Koçyîgît, Rêvebirê Şaxa Haber Sen a Îzmîrê Hadî Arslan, Endamê Şaxa BES a Îzmîrê Abdûlkadîr Baydûr, Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Îzmîrê Niyazî Yilmaz, Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Meletî Tarik Kaya, Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê Hamdûllah Yildirim, Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Sêrtê Şahîn Kayikçi, Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Şerîf Îldogan, Hasan Olgun, Endamê Egîtîm Sen a Wanê Muzahît Karakûş, Cengîz Paycû, Endamê Meclîsa Giştî ya Egîtîm Senê Zeyyat Ceylan.