Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê, daxuyand ku dê di 2'yê Tîrmehê de ji bo doza "KCK'ê" bi şopînin li Silîvriyê bin.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew dê doza 194 kesên jê 148 kes girtî yên di sala 2011'an de li Stenbolê bi îdîayên "endamên rêxistinê ne" û "rêveberên rêxistinê ne" hatin girtin di 2'yê tîrmehê de li Sîlîvriyê bê dîtin, bişopînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navên tên darizandin de Endama KESK'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli, Rêveberê KESK'ê yê berê Mustafa Avci û Nivîskar Ragîp Zarakolu hene û bi ser girtina wan de 245 roj darbas bû û wiha hate gotin: "Duh li vî welatî hunermend, mirovên zanist, siyasetmedar û sendîkavan dihatin şewitandin îro jî di girtîgehan de tên girtin û dixwazin wan ji holê rabikin."
Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê, diyar kir ku ew dê di 2'yê tîrmehê de careke din ji bo azadî, edalet û aştiyê biqêrin û wiha gotin: "Em dê 2'yê tîrmehê roja rûniştin destpê dike li Sîlîvîriyê bin. Em dê wê rojê li ber dadgehê bi tevlîbûna saziyan qursiya vekirî ava bikin." KESK’ê bang li hemû kesî kir ku di 2'yê tîrmehê de li Sîlîvriyê bin.