Sazî û partiyên siyasî biboneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê li Kadikoyê mitîngê li dar bixin û bang li hemû kesî kirin ku tevlî mitîngê bibin.
HDK, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, ÎHD, ODP, Halkevler,TKP 1920, UÎD-DER deklarasyoneke hevpar dan û diyar kirin ku, dê 1'ê Îlonê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê mitîngê li dar bixin û banga tevlîbûnê kirin. Serokê Komîteya Amedekar Atîlla Ozdogan deklerasyon xwend û diyar kir ku, ji bo aştiya cîhanê dolarek ji bo çekgirtinê 2 hezar dolar hatine xerckirin û wiha got: "Li waletê me 30 salin bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran welatî koçber bûn. Pirsgirêka Kurd hêj berdewam dike."
Ozdogan bal kişand ser şêr Suriyeyê û anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê di nav tevgerên ku li hemberî cîranên xwe şer bike ye. Ozdogan da zanîn ku, hemû kesên dixwazin makezagonekî demokratîk pêk bê bila di 1'ê Îlonê tevlî mitîngê bibin.
'BERPIRSIYARÊ ÊŞAN AKP YE'
Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel jî êrîşa Dîlokê şermezar kir û wiha got: "Divê pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin. Îro hewcehiya vê yekê gelek lezgîn xwe nîşan dide." Tuzel anî ziman ku, çapemeniyê bi nûçeyên xwe gelê Kurd û BDP hedef nîşan da û daxuyaniya Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ên li hemberî çapemeniya muxalîf ên "Ez dê wan nivîsan bikim devê te" bibirîxist. Tuzel bilêv kir ku, giriya hinek wezîran ya di merasîma cenazeyan de samîmî nîne û wiha axivî: "Berpirsyarê êşên pêk tê hikûmeta AKP'ê yê. Hikûmeta AKP'ê ev erdnîgarî veguherand eraziyên bi mayîn û ji çalakiyên kontrayan re amade kir. Em dixwazin çalakiya Dîlokê bê zelalkirin." Tuzel jî bang li hemû kesî kir ku tevlî mitîngê bibin.
'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ JÊNAYÊBIRIN'
Serokê Rêxistina ODP'ê yê Stenbolê Avnî Gundogan jî axivî û wiha got: "Aştî her roj bêtir watedar dibe" Gundogan anî ziman ku, ew dê di 1'ê Îlonê de li qadan bin. Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê Onder Atay jî axivî û anî ziman ku, ew dê li qadan bin. Serokê Şaxa Halkevlerî yê Stenbolê Avnî Can Okur jî axivî û wiha got: "Têkoşîna aştiyê li ser vê erdnîgariyê her tim dê hebe û nayê jêbirin."