Kekê Xillo: Birayê min terkî mirinê kirin
Kekê Xillo: Birayê min terkî mirinê kirin
Kekê Xillo: Birayê min terkî mirinê kirin
Hate îdîakirin ku Eso Salih Xillo yê ji Kobanê ku panzer lê qelibî, rakirine nexweşxaneyê li nexweşxaneyê nehatiye dermankirin. Birayê Xillo, Teyyar Xillo got: “Her derê wî şikestibû. Divê bihata emeliyatkirin, lê nekirin. Ev nêzîkatiya leşkerên Tirk, çeteyên DAIŞ’ê li pey xwe dihêlin. Terkî mirinê kirin. Ger ku tiştek bi birayê min bê dewleta Tirk berpirse.
Eso Salih Xillo yê 25 salî di 5’ê Kanûnê de li sînorê Kobanê-Pirsûsê 30 metre nêzî gundê Boydê panzêra leşkeran destpêkê li motosîkleta wî qelibî û piştre Xillo pelçiqand. Xillo rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Di ser û pişta Xillo de şikestin hebû, divê emeliyet kiribana lê ev sê roj e li nexweşxaneyê tê sekinandin. Birayê wî Teyyar Xillo bertekên tund nîşan da û got ti rayedar bi wan re eleqedar nabin.
Teyyar Xillo got: “Birayê min ji bo motosîkleta xwe ji aliyê din ê sînor bigire çû û rastî êrîşa leşkeran hat. Panzerê birayê min pelçiqand û îşkence li birayê min kirin. Ev nêzîkatiya leşkerên Tirk, DAIŞ li pey xwe hiştiye. Di ling, det, ru-û û serê miayê min de şikestin hene. Divê demildest bê emeliyatkirin, lê nakin. Ev 3 roj e birayê min di nava êşê de ye.
TERKÎ MIRINÊ KIRIN
Heta niha birayê min derman nekirine. Birayê min bê sûc kirin vî halî. Ti ferqa wan ji çeteyên DAIŞ’ê tune. Li aliyekî leşkerên Tirk li me dixin û li aliyê din jî DAIŞ. Tiştek bi birayê min bê berpirs dewleta Tirk e. Em terkî mirinê kirin.”
Pismamê Xillo, Şiyar Xillo jî got ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê û bi hev re tevdigerin û wiha berdewam kir: “Ev sê roje melhemek jî nedane pismamê min. Rewşa wî gelekî cidî ye. Divê bê emeliyatkirin. Bi taybet jî birînên rûyê wî dibe ku enfeksiyonê bigirin. Em êşa rûyê wî dibînin. Ev rewşek mirovahiyê ye. Em ji DAIŞ’ê reviyan lê mixabin ev ji wan çeteyan xerabtir in.”