Kedkarê çapemeniya Kurd Kadrî Kaya hate bibîranîn
Nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Kadrî Kaya di salvegera sêyan de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Kadrî Kaya di salvegera sêyan de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Kadrî Kaya (Mamoste), Nûnerê Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku DÎHA bi Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnê (BHQ) hatibû girtin, di salvegera sêyan a mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranîna ku li Goristana Yenîkoyê hat lidarxistin de malbata Kaya, rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanan Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û hevalên wî yên xebatê amade bûn.
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku Kaya di qada çapemeniyê de bi xebat û têkoşîna xwe bandoreke mezin kir û wiha got: “Ji bo em wî careke din bi bîr bînin em îro li vir in. Bi hebûna xwe bandoreke mezin li kar kir. Di hemû jiyana xwe de ji bo pêşvebirina çapemeniya azad û bidestxistina serketinê xebitî. Em hevalên wî em ê bîranîna wî bidomînin û li ser şopa wî bin, ev soza me ji bo Wî û hemû şehîdên me yên çapemeniyê ye.”
Pişt re Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, da zanîn ku ji ciwantiyê ve Kaya nas dike û wiha got: “Ez bi wî re diçûm dibistanê. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo hatina aştiyê û pêşketina çapemeniya azad xebitî. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev têkoşîn wê teqez bigihêje armanca xwe.”