KCK’ê peyama sersaxiyê da Kamûran Berwarî

KCK’ê ji bo dayika Mamostayê Zanîngehê û Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî sersaxî da Berwarî û malbatê.

Komîteya Peywendiyên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo wefata dayika Mamostayê Zanîngehê û Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî peyama sersaxiyê weşand.

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Dayika Ribha weke hemû dayikên têkoşerên azadiyê, li hemberî hemû zehmetî û astengiyan jiyanê çok nedanî û bi serfirazî jiyan. Timî bi ser nirxê neteweyî û nîştimanî bû. Di vê rê de xwedî helwest û kiryar bû.

Ji Xwedayê mezin daxwazê dikin ku ruhê dayika me ya hêja Ribha Emer bi biheştê  şad bike. Xwedê sebirê bide we û malbata we ya rêzdar.”