KCK: Divê hikûmet pêşnivîsê qebûl bike û derbasî muzakereyan bibe
KCK: Divê hikûmet pêşnivîsê qebûl bike û derbasî muzakereyan bibe
KCK: Divê hikûmet pêşnivîsê qebûl bike û derbasî muzakereyan bibe
Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan a ji Qendîlê vegeriya û di nav heyeta Îmrali de cih digire, da xuyakirin ku rayedarên KCK’ê diyar kirine pêşnivîsa hatiye weşandin girtine dest, bi tevayî yekeyên xwe re nîqaş kirine û gotin, "Me pêşnivîs qebûl kir. Li pêşiya me zêde dem nîne, divê derbasî muzakereyan bê kirin.”
Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan a di nav heyeta Îmrali de cih digire, ji Qendîlê vegeriya. Buldan detayên hevdîtina bi rayedarên KCK’ê re ji televîzyona MED Nûçe re vegot. Buldan anî ziman ku bi rayedarên KCK’ê re 5 saetan hevdîtin pêk anîne. Buldan got ku rayedarên KCK’ê ji wan re ragihandine ku pêşnivîsa hatiye weşandin berê girtine dest, di civînên bi yekeyên xwe re li dar xistine têkildarî pêşnivîsê nirxandin kirine û got, "Diyar kirin ku pêşnivîsê qebûl dikin. Ez dikarim bêjim, gotin ku ev pêşnivîseke mukemel e, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ev qebûl kirine û tiştekî bi ser pêşnivîsê zêde bikin nîne, ji lewra ev pêşnivîsa ji aliyê Ocalan ve hatiye amadekirin û ji raya giştî re hatiye aşkerakirin ne tenê ji bo Tirkiyeyê, demokratîkkirina Rojhilata Navîn dike armanc. Rayedarên KCK’ê bi her awayî li pişt vê pêşnivîsê ne.”
DIVÊ HIKÛMET PÊŞNIVÎSÊ QEBÛL BIKE Û DERBASÎ MUZAKEREYÊ BIBE'
Buldan anî ziman ku rayedarên KCK’ê hişyariya ku divê hikûmet li gor teqwîma vê pêşnivîsê bi awayekî cidî nêz bibe û wiha axivî: "Diyar kirin ku li pêşiya me zêde dem nemaya, divê hikûmet tavilê vê pêşnivîsê qebûl bike, derbasî muzakereyê bibe.” Buldan da xuyakirin ku rayedarên KCK’ê têkildarî pêşnivîsê, nirxandina; "Pêşnivîseke ku Birêz Ocalan amade kiriye heye û ev pêşnivîs manîfesto ye” kirine û wiha dewam kir, “Lê belê gumaneke wan a wiha heye. Di rojên dawî de astengiyên tên derxistin, operasyonên pêk tên û mudaxeleyên hêzên ewlekariyê ku dane destpêkirin, wek nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin dibînin. Divê hikûmet di vê mijarê de hê zêdetir berpirsiyartiyan hilgire, bi taybet di demeke nêz a ji bo hilbijartinan de pêwîst e dest ji van binçavkirin û girtinan berdin, pakêta ewlekariyê ya wê bê derxistin, nayê qebûlkirin, bi taybet di vê pêvajoyê de ya divê bê kirin; qanûn û reformên ji bo demokratîkbûnê ne. Ji lewra pakêtên ewlekariyê alîkariyê nade vê pirsgirêkê, divê dest ji vê pakêtê bedrin, binçavkirin û girtin bi dawî bibin.”
Pervîn Buldan di dewama axaftina xwe de wiha got: "Di civînê de bi taybet girîngiya heyeta şopandinê hat ziman. Destnîşan kirin ku eger mirov bûyer demên dawî jî bigire dest, tê dîtin ku pêwîst e desteyeke şopandinê tavilê divê bê avakirin û pêwîst e ev desteya şopandinê raye bigire.” Buldan da xuyakirin ku rayedarên KCK’ê ji destpêkê ve li dijî çêkirina qereqolan e, vê qeke nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin digirin dest û wiha got, "Ji ber armanca qereqolan ev e ku jiyana civakê ji holê radike. Di heman demê de bi armanca ku Kurdistanê veguherînin qişleyeke leşkerî tên avakirin. Diyar kirin ku li dijî çêkirina qereqol, HES û bendavan e, divê hikûmet di vê mijarê de xwe di ber çavan re derbas bike, pêwîst e, çêkirina qereqol, HES û bendavan bên rawestandin.”