KCDK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê banga seferberiyê kir

KCDK-E'yê têkildarî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û êrişa li ser Mexmûrê daxuyaniyek da û bang li Kurdan hemûyan kir, ku bi ruhê seferberiyê xwedî li xaka xwe ya azad derkevin.

KCDK-E'yê bi bîr xist, ku Mexmûr di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye, lê tevî vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî, Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK, ji ber peymana xwe ya bi dewleta Tirk re, peymanên navneteweyî ji nedîtî ve tên û di encama vê yekê de jî dewleta Tirk bombe li kampê barandiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk 28 sal in bi destûra NATO û PDK'ê êrişî Kurdan dike û ev bang hate kirin; "Gelê Kurd ê welatparêz ê li çar aliyên cîhanê; xwedî li xaka xwe, xwedî li rûmeta xwe derkevin, bêdeng nemînin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Artêşa Tirk ku di êrişên xwe yên qirkirinê de yên il ser Başûrê Kurdistanê têk çûye, dest bi komkujiya xelkê sivîl kiriye. Li xaka ku PDK'ê firotiye wan, baregehan çêdike û dest datîne ser mal û xaka gel. Xak tê wateya welat, rûmet û nasnameya me. Ji bo xwedîderketina li xak û rûmeta xwe nesekine, li benda rizgarkerekî nesekine, seferber bibe.

Mexmûr radigihîne ku wê zilma dewleta Tirk qebûl neke û heta serketinê li ber xwe bide, têbikoşe. Em tevlî vê banga seferberiyê bibin, li her derê rabin ser piyan.

Dostên gelê Kurd; hûn jî li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin, ji bîr nekin ku dewleta Tirk a faşîst dijminê me ye jî dijminê we ye jî.

Gelê Kurd têkoşîna herî bi rûmet a dîroka xwe dimeşîne. Ji bo vê têkoşîna bi rûmet jî bi dehan ewladên xwe şehîd da, bi hezaran jî li zindanan li ber xwe dide. Jinên me ji bîr nekin ên ku tirs berdan dilê çeteyên DAÎŞ'ê. Wan rûmeta mirovahiyê rizgar kirin. Êşkenceyên li derveyî mirovahiyê li wan hate kirin, li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin. Êşkence li cenazeyên wan hate kirin, bi pişt tankan ve hatin girêdan û bi erdê re hatin şakirin. Cesedên dayikan bi dehan rojan li naverastê, cenazeyên ewladên wan jî li sarincê hatin veşartin.

Eger hûn dixwazin rûmeta mirovahiyê rizgar bikin, hingî li pêşberî komkujiyên ku tên serê gelê Kurd bêdeng nemînin, ji bo têkoşîna azadiyê seferber bibin."

KCDK-E'yê bang li dewletên rojavayî jî kir ku dest ji durûtiyê berdin, qanûnên navneteweyî bi cih bînin û got, "Gelê Kurd ê bi rûmet, wê di vê têkoşînê de teqez hesreta xwe ya azadiyê bi ser bixîne. Ji ber vê yekê em bang li gelê me yê welatparêz dikin, ku ji her demê bêhtir xwedî li vê têkoşînê derkeve, kêliyeke xwe jî vala derbas neke û seferber bibe.

Em bang li dost, şoreşger, mirovahiyê û her kesî dikin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û dîktator Erdogan ên ku dixwazin qira Kurdan bînin, çi ji destê kê tê tavilê bike."