KCDK-E ji bo çalakiyên 12'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E, TJK-E, AABK, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo çalakiyên 12'ê Mijdarê yên ji bo piştgiriya HDP'ê li gelemperiya cîhanê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
KCDK-E, TJK-E, AABK, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, ji bo çalakiyên 12'ê Mijdarê yên ji bo piştgiriya HDP'ê li gelemperiya cîhanê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji bo xwedîderketina li vîn û rûmeta xwe, em çalakiyên xwe yên bênavber bidomînin."
Di daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk a faşîst a dest bi xwîn, ku êrîşî azadî, vîn û nirxên me dike, weke KCDK-E em çalakiyên xwe yên bênavber dewam dikin.
Roj roja bendemayînê nîne. Roj roja têkoşînê û berxwedana bi rûmet e. Dixwazin di şexsê hevserok û parlamenterên HDP'ê de azadî, wekhevî, biratiya gelan û paradîgmaya jiyana nû dîl bigirin. Weke saziyên nûnerên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Asûrî-Suryanî, Ermenî û baweriyên Elewî, Xiristiyan, Misilman û Êzidî, ji bo jiyaneke azad, wekhev û hevpar, em ê li dijî faşîzma AKP'ê, dîktatoriya Erdogan û tekperestiya dewletê, bi hev re li ber xwe bidin, faşîzmê di nava dîrokê de ji holê rakin û gelan bi ser bixînin.
Ji bo çalakiyên ku em ê li van welat û bajaran tevî TJK-E, AABK, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li dar bixin, em bang li hemû welatparêz, şoreşger û demokratan dikin ku bi xurtî tevlî bibin."
Cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:
HOLLANDA / 12'ê Mijdarê 2016
Cih: Nieuwmarkt Amsterdam, saet: 14.00
BELÇÎKA / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Reu de Parto 32 4020 Liger, saet: 13.00
ELMANYA / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Siegburgerstr / Deutzer Werft, saet: 13.00
KANADA / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Toronto ON MAXV 1 A8, saet: 18.00
DANÎMARKA / 12'ê Mijdara 2016
Svanemollen Station Kopenhagen, saet: 13.00
SWÊD / 11 Mijdarê 2016
Cih: Sergels Torg Stockhom, saet: 16.00
12'ê Mijdara 2016: Sergels Torg Stockhom, saet: 12.00
ÎTALYA / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Pêşiya Colesso, Roma, saet: 14.00
SWÎSRE / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Claramatte Park, saet: 14.00
AWÛSTÛRYA / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Schwarzenbergplatz, saet: 17.00
FRANSA / Parîs / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Meydana Bastîlle, saet: 14.00
YEWNANÎSTAN / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Çalakiya rûniştinê li pêşiya şaredariya Bafosê, Saet: 09.00-18.00
JAPONYA / 12'ê Mijdara 2016
Cih: Tokyo, Shibuya, saet: 13.00
FRANSA / Avîgnon / 13 Mijdarê 2016
Cih: Pêşiya Centre Gar a Avîgnonê, saet: 14.00
AWÛSTRALYA / 15 Mijdarê 2016
Cih: Pêşiya parlamentê, Sîdneyê, saet: 14.00