KCDK-E: Em piştgiriyê bidin Pîroglû, bila radestî Tirkiyeyê neyê kirin

KCDK-E diyar kir ku Ecevît Pîroglû yê li Sirbistanê girtî ye, eger radestî Tirkiyeyê bê kirin wê heta bi hetayê li girtîgehê bê hiştin, lewma jî banga piştevaniyê kir.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Doza Ecevît Pîroglû ku demeke dirêj dewam dike, gefa Sirbistanê ya ji bo radestkirina Tirkiyeyê dewam dike. Ecevît Pîroglû ku dostê gelan, berxwedêrê Gezî, parêzvanê demokrasî û azadiyê û têkoşerê li dijî DAÎŞ'ê ye, ji ber zextên dewleta Tirk, li Sirbistanê tê darizandin. Aliyê Sirbistanê dixwaze radestî dewleta Tirk a faşîst bike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku radestkirina Ecevît Pîroglû ji bo Tirkiyeyê wê were wateya girtina heta bi hetayê û hate gotin, "Ji ber vê yekê em ê di 7'ê Hezîranê de li Frankfûrt, Stûttgart, Koln, Viyana, Bern û Parîsê bi Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo Ecevît Pîroglû çalakiyan bikin."

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Divê Ecevît Pîroglû neyê radestkirin. Ji bo vê jî em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin Ecevît Pîroglû."