KCD’ê ji bo 1’ê Gulanê peyam da

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de li civakên ku ji bo azadiyê têdikoşin, li hemû kedkar, karker, jin, bawerî û li hemû kesan pîroz be."

KCD’ê di daxuyaniya xwe de amaje bi polîtîkayên qirkerinê yên dewleta Tirk kir û wiha got: "Ji şewitandin û kavilkirina bajarên Kurdistanê bigirin, bi zilm, çewisandin, zext û zordarî, girtin û kuştin û ji kar avêtina bi sed hezaran karker û kedkaran her cure polîtîkayên faşîst sazkar kirin û di dilê xwe re birin ku gelan radest bigirin lê bihara gelan a ku 8’ê Adarê bi jinên ku qad tije kirin dest pê kirî, di 21’ê Adarê de milyonên ji Colemergê ta bi Edîrneyê daketin qadan, nîşanî hemû dinyayê dan ku pêkan e faşîzm were têkbirin û bi ser bikevin."

KCD’ê bi berdewamî bal kişande ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê ya piştî referandûma 16’ê Nîsanê ku li gel ‘NA’ derketibû jî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li ber çavê hemû dinyayê bi dek û dolaban encamên referandûmê desteserkirin û diyar kir ji bo ku van encamên referandûmê veşêrin êrîş bi ser Rojava-Şengalê de birine ê bi 1’ê Gulanê re êdî dem hatiye ku hesab ji hevalbendiya faşîst a AKP-MHP’ê ya tekparêz were pirsîn.

KCD’ê herî dawî got: "Ji bo xwedîderketina li vîna ku 8’ê Adarê, Newrozê û referandûmê diyar bûye, ji bo hişmendiya ku ji kar avêtinê dernekeve holê û ya herî girîng jî ji bo ku ev bihar bibe bihara gelan, di serî de karker û kedkar em bang li her kesî dikin ku 1’ê Gulanê derkevin kolanan."