KBDH: Em têkoşîna girtiyan bilind bikin!
KBDH'ê ji ber komkujiya girtîgehê ya 19-22'ê Kanûnê bang li ciwanan, di serî de jin, kedkar û hemû bindestan kir ku têkoşîna girtiyên siyasî bi awayekî herî xurt bidomînin û berxwedanê mezin bikin.
KBDH'ê ji ber komkujiya girtîgehê ya 19-22'ê Kanûnê bang li ciwanan, di serî de jin, kedkar û hemû bindestan kir ku têkoşîna girtiyên siyasî bi awayekî herî xurt bidomînin û berxwedanê mezin bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) de hat gotin, "Bêguman girtîgeh yek ji qadên têkoşînê ya şoreşê ya di nava şert û mercên herî newekhev û tund de dewam dike. Desthiladar bi sedsalane ji bo ku hêzên şoreşger ên ku alternatîfa sîstemên wê ne biçewsîne, têk bibe û teslîm bigire, weke amûreke tirsandinê ya sîstematîk bi kar anîne. Lê belê hêzên şoreşger û gelên bindest teslîm nebûn. Di nava şert û mercên herî dijwar de li hundir û derve jî têkoşîna xwe berdewam kir. Ji ber vê yekê desthilatdaran li hemberî hêzên şoreşger ê ku nekarî teslîm bigire, polîtîkayên xwe dijwar kirin û her carê bi pêkanînên cuda berê xwe dan girtîgehan. Li girtîgehên li Kurdistanê jî van polîtîkayan, bi awayek herî hovene pêk anîn.”
Di berdewamiya daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hate gotin:
“Yek ji van jî komkujiya bi navê "Vegera li Jiyanê" ya ku dewletê di 19-22'ê Kanûna 2000'an de bi awayek hemwext li 20 girtîgehan dest pê kir. Di Komkujiya 19-22'ê Kanûnê de tinekirina fizîkî ya girtiyên şoreşger û teslîm girtina wan di aliyê bîrdozî û siyasî de bû. Her wiha pişta xwe dan hêza DYA û emperyalîstên YE'yê û planên komkujiyê kirin. Bêguman ne ewçend hêsan bû ku planên xwe bixin pratîkê ku demeke dirêj amadekarî dikirin. Girtiyên şoreşger bi afirandina berxwedaneke destanwarî ya di 19-22 'ê Kanûnê û piştî wê de bersiv dan vê plana xwînxwar. Dîrokê di şexsê şoreşgeran de berxwedaneke din a destanî hembêz kir. Di encama komkujiyê de 28 girtiyên şoreşger şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Gelek jinên şoreşger di berxwedana 19-22’ê Kanûnê de cih girtin û pêşengiya berxwedanê kirin. Di encama komkujiyê de 10 girtiyên jin ên şoreşger nemir bûn û bi dehan jî bi giranî birîndar bûn. Girtiyên jin ên şoreşger tevî bedena xwe ya şewitî, ji helwesta xwe ya rast a li hemberî dijmin tawîz nedan û ji kevneşopiya berxwedanê re mîrateyek mezin hiştin.
'MEZINKIRINA BERXWEDANA BI RÛMET A ZÎNDANAN WEZÎFEYA ME YE'
Tevî van hemû polîtîkayên taybet jî li girtîgehan berxwedaneke xurt bilind dibe. Girtiyên şoreşger jî weke yên beriya xwe bi helwesta xwe ya bênavber rê nadin teslîmiyetê. Li dijî faşîzm û serdestiya mêr wê îradeya wan a şoreşger bi ser bikeve.
Erk û berpirsyariya şoreşgerî ya sendîka, rêxistinên civakî, partî û rêxistinên şoreşger ên pêşverû û bi taybet rêxistinên jinan ên demokratîk, sosyalîst û femînîst e ku xwedî li vê berxwedanê derkeve. Têkoşîna girtiyên şoreşger ên di şert û mercên herî dijwar de û bi rengekî newekhev divê were hembêzkirin û berfirehkirin. Divê helwesta bi biryar û milîtanî ya dayikên dîl bibe mînak.
Em şoreşgerên jin û mêr ên nemir ên di 19-22’ê Kanûnê de li berxwe dan û navê xwe li ser rûpelên dîrokê neqişkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe yên jin ên di komkujiyê de nemir bûne di têkoşîna xwe ya yekbûyî ya jinan de bidomînin. Weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan em careke din diyar dikin ku em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Bi wesîleya 19-22'ê Kanûnê em bang li ciwanan, di serî de jin, kedkar û hemû bindestan dikin ku têkoşîna girtiyên siyasî bi awayekî herî xurt berdewam bikin û berxwedanê mezin bikin."