Karsazên Kurd li ser gora xwe hatin bîranîn
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku hatibûn kuştin li ser gora xwe hatin bîranîn. Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî tevlî bîranînê bûn.
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku hatibûn kuştin li ser gora xwe hatin bîranîn. Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî tevlî bîranînê bûn.
Di sala 1994’an de karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim li taxa Yeşîlkoy a navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê ji otelekê hatin revandin û piştî 2 rojan cenazeyên wan hat dîtin. Bi munasebeta salvegera mirina her sê karsazên Kurd li navçeya Avcilar a Stenbolê li ser gora wan merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav gelek kes tevlî bîranînê bûn. Malbatên karsazan qurnefîl danîn ser gorên wan û piştre ji bo wan dia kirin.
Di bîranînê de destpêkê keça Adnan Yildirim, Ozlem Yildirim axivî. Yildirim, diyar kir ku siyasetmedarên ku ê rê li ber komkujiyan vekirine berpirsyar in û wiha got: “Çeteyên di bin kontrola Mehmet Agar bi hezaran kes qetil kirin.”
Piştre kurê Haci Karay axivî û diyar kir ku 28 sal in ji bo ronîkrina komkujiyan têdikoşin. Malbatan da zanîn ku bi biryarên bereetê berpirsyar hatine fêhilkirin û ew ê heta dawiyê darizandinan bişopînin.
Piştî Yildirim û Karay, Pervîn Bûldan axivî. Bûldan, diyar kir ku Bûldan, Yildirim û Karay bi agahiya dewletê hatine qetilkirin û wiha axivî: “Em dîsa dibêjin kesên ku ew revandin êlekê polisan li wan bûn û bêtêlên polisan di destê wan de bûn. Naylon li ser laşê wan helandin û gule berî serê wan dan û wan wisa kuştin. Bi îşkenceyê kuştin. Me hesab pirsî û em ê bipirsin. Em dizanin kujer û yên ferman dane diyar in. Vê înkar jî nakin û dibêjin li ser navê dewletê hezar operasyonan li dar xistine.”
Bûldan, bal kişand ser qezaya Sûsûrlûkê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Di encama Sûsûrlûkê de hemû tiştên ku qirêjî, bêhehleqî û neheqiyên ku dewletê kiribûn derketin holê. Lê ser wan hat girtin. Di serî de Mehmet Agar hemû têtikkêş gotinên wan di belgeyan de nivîsandî ne. Me tim got, ‘Li Sûsûrlûkê dewlet li qamyonê qelibî. Niha dewlet ji qamyone mezintir li TIR’ê qelibiye. Daxuyaniyên Peker ne daxuyaniyên ji rêzê ne. Careke din îtîraf dikin ku Mehmet Agar kujerê Savaş Bûldan, Haci Karay, Adnan Yildirim, Apê Mûsa, Mehmet Sîncar û Ferhet Tepe ye. Lê careke din xwe ker, kor û lal kirine. Em kor, ker û lal nebin. Em ê li her derî daxwaza xwe ya edaletê biqîrin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya darizandina Mehmet Agar û Tansû Çîler bernedin. Dewlet deyndarê lêborînekê ye.”
Dûre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, sersaxî ji malbat û hezkeriyên kesên hatin qetilkirin xwest û wiha got: “Em dizanin ev her sê mirovên baş çawa hatin qetilkirin. Me ji tecrubeyên xwe yên berê dizanî ku ev karekî dewletê yê organîzekirî ye. Tiştên ku me dizanîn hemû cîhan û welatiyan herî dereng piştî Qezaya Sûsûrlûkê zanî. Ji wê rojê heta îro têkoşîna edaletê didome. Ew hişmendî û politikaya wê demê xistin meriyetê, şerê topyekûn yê li dijî kurdan bû. Şerê topyekûn û polîtîkayên îmhayê ji ber pirsgirêka kurdan derdiket. Girêdayî vî şerî topyekûn karsaz, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar hatin qetilkirin. Bi deh hezaran cînayetên kiryarên nediyar pêk hatin. Em faîlan dizanin. Di encama van polîtîkayan 3 mirovên me yên baş bi awayekî hovane qetil kirin. Bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Dijminatî û kîna wan ewqas zêde ye ku kuştin têra wan nake bi zêdetir kişandina êşê hem wan hem jî hezkiriyên wan diêşînin.”
Sancar, destnîşan kir ku birînên wan vekirî, êşa wan nû ye û wiha axivî: “Tenê rêyek heye ku van birînan bigire: Heqîqet û edalet. Ji bo ku vê birînê bigirin divê em heqîqet û edaletê bibînin. Hem ji bo van 3 mirovên me yên baş hem ji bo gelê Kurd hem ji bo malbatên êş kişandî hem jî ji bo Tirkiyeyê. Ji ber ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd çareserkirina dewlet û civakê ye. Bi paşerojê re rû bi rû nemayîn reşkirina pêşerojê ye. Tenê ne ji bo me, ji bo malbat û rêhevalên wan ji bo hemû mirovên li welat derbasdar e. Cînayet û sûcên mirovahiyê yên pê re rû bi rû nemînin wê îro jî reş bikin û pêşerojê jî rehîn bigire. Divê em ji vê yekê xelas bin. Têkoşîna me ji bo îro û sibê ye. Ji bo ku em îro û sibê xelas bikin divê em heqîqetê derxînin holê û êşa ji ber van sûcan derketî holê rawestînin.”
Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.