Karkerên Kurd ên li Kadikoyê bi êşkenceyê hatin destgîrkirin axivîn

Karkerên Kurd ên ku li peravên Kadikoyê bi êşkenceyê hatin destgîrkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatin berdan, gotin "Li qereqolê li me dan, bi dev li erdê hatin dirêjkirin, sirûda mehter dan guhdarîkirin û gef xwarin ku rapora lêdanê wernegirin."

Karkerên Kurd ku roja bêhndanê li peravên Kadikoyê ji xwe re digeriyan lê bi êşkenceyê hatin destgîrkirin, ji aliyê 2'yemîn Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Anadolû ve bi îdîaya 'nehiştin polîs wezîfeya xwe bikin' bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk parêzer Cengîz Çîçek, parêzerên ji OHD û ÇHD'ê karker bi tenê nehiştin û li ber edliyeyê ew bi dirûşman, bi stranên Kurdî û çepikan pêşwazî kirin. Karkeran ji ANF'ê re qala kiryar û êşkenceyê kirin ku li wan hate kirin.

'ME GOVEND JÎ NEDIGERAND, LI MUZÎKÊ JÎ GUHDARÎ NEDIKIR'

Tevî ku di medya dîjîtal de hate gotin, ji ber gerandina govendê hatin destgîrkirin jî karkeran diyar kirin ku dema polîs hatin wan govend nedikişand, dengê muzîkê jî kêm bû. Karkerê înşaetê Kadîr Gulşen anî ziman ku dema polîs hat wan ne govend dikişand, ne jî li muzîkê guhdarî dikirin. Kadîr Gulşen diyar kir ku dema ew li peravên Kadikoyê rûniştî bûn, du wesayitên polîsan ji ber pevçûneke cuda hatin û got, "Em rûniştî bûn, polîs hatin gel me û kontrola nasnameyê kirin. Yek ji polîsan amûra deng a ji bo guhdarîkirina muzîkê nîşan da û got, 'Ev ya kê ye?'. Piştre jî dest danî ser amûrê. Dema ku em li ber vê rabûn, vê carê ji kurê metka min re got 'Ez bixwazim ez ê te jî bibim' û ew bir wesayitê. Dema ku me nerazîbûn nîşan da, hingî gaza îsotê bi kar anîn. Dema ku min dît polîs êrîşî birayê min kir, gaza îsotê berda wî, hingî ez ketim navberê. Dema ku gaza îsotê berda rûyê min, min jî hewl da xwe biparêzim. Ji nişka ve çeka xwe kişand û gule berda hewayê."

'BI CEZAYÊ RAGIRTINA LI MALÊ NE TENÊ MIN, HER WIHA MALBATA MIN JÎ MEXDÛR KIRIN'

Kadîr Gulşen anî ziman ku heman rojê ew çû qereqola Kadikoyê, ji aliyê dadgehê ve bi şertê ragirtina li malê hate berdan û bi bîr xist ku ew ji bo kar ji Amedê hatiye vê derê û got, "Em ji bo kar hatin Stenbolê. Di înşaeta Navenda Fînansê de dixebitin. Tenê ji ber ku li peravên Kadikoyê bi amûra muzîkê em rûniştî bûn, polîsan êrîşî me kirin. Pirsgirêka me bi kesî re nîne. Polîsan bi neheqî êrîşî me kirin. Lê belê fatûreya wê jî li me birîn. Niha cezayê ragirtina li malê li min birîn, li vir mala min nîne, ez li şantiyeyê dimînim, ji neçarî ez ê vegerim Amedê û nikaribim bixebitim. Ne tenê ez, malbata min hemû mexdûr kirin."

'POLÎSAN DEST DANÎN SER AMÛRA ME YA MUZÎKÊ, DEMA EM LI BER RABÛN, EM DESTGÎR KIRIN'

Yek ji karkerên ku bi êşkenceyê hate destgîrkirin Seyîthan Gulşen diyar kir ku polîsên ji ber bûyereke cuda hatin peravê dest danîn ser amûra wan a muzîkê. Seyîthan Gulşen got, "Dema ku polîs hat, me li muzîkê guhdarî nedikir. Kontrola nasnameyê kirin û dest danîn ser amûra muzîkê. Dema ku em li ber rabûn, hingî bi lêdanê em destgîr kirin."

'GEF LI ME XWARIN JI BO EM LI NEXWEŞXANEYÊ RAPORA LÊDANÊ WERNEGIRIN'

Seyîthan Gulşen anî ziman ku polîsan hem di hundirê wesayitê de li wan dan, hem jî gef li wan xwarin ku li nexweşxaneyê rapora lêdanê wernegirin.

'POLÎS DEMA KU LI ME DA TILIYA XWE ŞIKAND, LÊ EM SÛCDAR KIR'

Seyîthan Gulşen diyar kir ku li qereqola Kadikoyê êşkence girantir bû û got, "Dema ku em hatin qereqolê, polîsê ku li peravên Kadikoyê gaza îsotê berda me, çeka xwe kişand û bi kelepçekirina ji pişt ve em li erdê dirêj kir û li me xist, dema ku kulm avêt me, hem tiliya xwe şikand hem jî em sûcdar kir. Mîna ku me tiliya wî şikandibe giliyê me kir. Piştre jî bi dev li erdê dirêj kirin, sirûda mehter di wesayitê de lê dan û bi zorê me me dan guhdarîkirin, kirin qareqar û gotin 'Xwedê bila polîsên Tirk biparêze'. Dema ku bi dev li erdê dirêjkirî bûn, komîserek hat bi pêlava xwe pê li pişt û milê min kir ku deqa nîşaneya serketinê li ser bû. Pihîn li zikê min xist, bêhn li min çikiya. Dema ku em careke din birin nexweşxaneyê gotin 'bimirin terorîst'. Sixêf kirin."

Seyîthan Gulşen anî ziman ku wan giliyê polîsan kirine û got, "Ji bo bêhdanê tenê roja me ya Yekşemê heye, ew jî li me herimandin."

Ji karkerên bi lêdanê hatin destgîrkirin Îdrîs Akpinar jî anî ziman ku dema diçû mala xwe bûyer dît û ji ber ku bi telefona xwe dîmen kişand, polîsan êrîşî wî kirin.