Karkerên komkujiya karkeran protesto kirin hatin binçavkirin

Karkerên komkujiya karkeran protesto kirin hatin binçavkirin

Karkerên komkujiya karkeran protesto kirin, hatin binçavkirin. 17 karkerên endamên DÎSK'ê yên xwestin li ber Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî komkujiyên tên serê karkeran protesto bikin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Karkerên endamên DÎSK'ê, ji bo rewşa li Ermenekê ku hînê xwe negihandine 18 karkerên di karesata kanê de asê mane û komkujiyên tên serê karkeran protesto bikin, xwestin li ber avahiya Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî xwepêşandanê lidar bixin.

Karkeran di daxuyaniya xwe ya li vir de ragihandin ku ji mirina karkerên li Soma, Ermenek, Isparta û qezayên din ên kar de, Wezîrê Xebatê Farûk Çelîk berpirsyar e.

Li dû daxuyaniyê karkeran pankarteke bi nivîsa "Wezareta Kar a T.C. ya nikare jiyana karkeran ewle bike ji aliyê karkeran ve hatiye morkirin" daliqandin û xwestin bikevin hundirê avahiya wezaretê. Lê ji karkeran re hat gotin ku heta rayedarek neyê ew nikarin bikevin hundir. Polîsan dest li karkeran werdan û di encamê de 17 karker kirin binçavan.