Karkerê ku pano li serê wî ket jiyana xwe ji dest da
Karkerê bi navê Ahmet Kurt ê ku li Artûklûya Mêrdînê di înşaetê de dixebitî, panoya hesinî li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da.
Karkerê bi navê Ahmet Kurt ê ku li Artûklûya Mêrdînê di înşaetê de dixebitî, panoya hesinî li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê li pişt avahiya Ajansa Kalkinma ya Dîcleyê (DÎKA) li înşaeta Cemîl Kaya panoya hesin li serê karkerekî ket. Karkerê bi navê Ahmet Kurt (19) bi giranî birîndar bû.
Ahmet Kurt ê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.