Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji BBC’yê re axivî û îdîayên rayedarên Tirk ên ku dibêje PKK alîkarî ji Îran û Sûriyeyê girt derewand. Karayilan got; “Evana çîrokên pûç û derew in.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê bersiv da pirsên nûçegihanê beşa Farsî ya BBC’yê Jiyar Gol û geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand.
Karayilan pirsa der barê îdîayên ku dibêjin PKK ji Îran û Sûriyeyê alîkarî digirin bersivand û van îdîayan ji binî ve derewand. Karayilan got:
"Evane çîrokên bê bingeh in. Ev galegal ji derve, ji hukûmeta Tirk tên. Davûtoglû û Erdogan dixwazin vê çîrokê li herêmê belav bikin. Dewleta Tirk û hukûmeta Îranê sala par peymanek mor kirin û bi hev re êrîşê me kirin. Lê ji ber guhertinên li Lîbya û Sûriyeyê çêbûn, navbera wan (Tirkiye) û Îranê sar bû."
Mûrat Karayilan bersiv da pirsa derbarê çekdanîna PKK’ê de û got; “Beriya her tiştê divê planek ku berisvê bide hemû pirsan hebe."
Karayilan bersiv da pirsa "Tirkiye, Ewropa û Amerîka PKK’ê weke rêxistinek terorê qebûl dikin. Gelo hûn amade ne çekan deynin û ji bo çareseriyê bi Tirkiyeyê re bazarê bikin?" û got: "Peyama min a ji bo YE û DYA’yê ev e: Heta we li Rojhilata Navîn hebûna Kurdan nas nekin û pirsgirêka Kurd çareser nebe, li herêmê aşitî, aramî û demokrasî pêş nakeve. Gelê Kurd ne terorîst e. Kurdên li Rojhilata Navîn aşitî û demokrasiyê dixwazin."
Nûçegihanê BBC bi bîr xist ku rayedarên Tirk di van demên dawiyê de, hukûmeta Tirk PKK’ê weke berpirsên teqînên li bajaran çêdibin. Li hemberî vê yekê Karayilan got, "Ew teqîn ji me çênabin. Kengî teqînek çêbibe dewleta Tirk PKK’ê sucdar dike. Gelo ka delîlên wan li kû ne?"
Karayilan destnîşan kir ku ev teqînên ku li bajaran çêdibin bi kêrî AKP’ê tên û got; “Bila her kes bizane ku em sivîlan nakin hedef."