Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan diyar kir ku hikûmeta AKP’ê biryara ‘Dê dadgehên rayeya taybet bidomin’ daye û wiha got: “Dozên van dosyayan dê bi heman awayî bidome. Bi pêşnûmeya deqeya dawî dadgehên rayeya Giran a AKP’ê ava kirin.”
Hasîp Kaplan li meclisê civîna çapemeniyê pêk anî û der barê rakirina OYM’yan a li Desteya Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin de axivî û da zanîn pêşnûmeyê OYM ranekirine. Kaplan wiha got: “Li aliyekê dê dadgehên rayeya taybet dê bixebitin û aliyê din jî dadgehên rayeya giran a AKP’ê li Tirkiyeyê zêde bibin. Ev dadgehên siyasî ne. Ev dadgeh ne dadgehên îhtîsasê ne. Di van dadgehên cezayên giran de dema binçavkirinê derxistine du qatî. Mafê parastinê hemû hatiye rakirin. Ji bo xwe gihandina dosyayan astengî hatiye danîn. Bi vî awayî ev dadgehên qetilkirina edaletê hatine avakirin.”
Kaplan der barê aloziya di navbera parlamenterên BDP’ê û AKP’ê de derket jî axivî û cîgirê Serokê Meclîsê Mehmet Saglam rexne kir. Kaplan wiha pê de çû: “Cigîriê Serokê Meclisê 3 caran navber dayê. Me di vê mijarê de hişyarî kir. Lê ev hat paşguhkirin. Li ser vê me got birêz serok divê ev bê rawestandin. Me ruplekê pêşnûmeyê girt û me got ev din av van şert û mercan de nayê xwendin. Piştî vê her hal bi hêza 326 parlamenteran bwerkirin û tevgera lînçê da destpêkirin. Ji wan 326 kes hebû ji 8 kes hebû.”
Kaplan wêneyên xwe nîşanê rojnamegeran da û wihagot: “Belê li vir hem lînç heye û jî binpêkirina giran a rêziknameya hundir heye. Ew kesên li meclisê bi xwe bswerin dê rojekê li kolanê feleka wan şaş bibe. “
Li ser pirsa ku Ahmet Turk ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê daye jî wiha got: “Ge ku hikûmet li pişt gotina xwe be, daxwazek heye. Bila vê daxwazê bînin cih.”