Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan operasyona di bin navê “KCK”ê de li hember KESK’ê û hevparên wê pêk hat rexne kir û got; “Ev operasyon operasyoneke etnîkî ye. Nêçîrkirina Kurdan a di nava sendîkayan de ye.”
Di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî KESK’ê pêk hatin tevî Serokê Giştî yê KESK’ê gelek rêveber û endamên KESK’ê û sendîkayên din hatin binçavkirin. Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan nerazîbûnek tund nîşanî vê operasyonê da.
Kaplan destnîşan kir ku ew bi rewşek sosret re rû bi rû ne û got; “Min li biryara dadgehê û binçavkirinê meyzand. Operasyona li hemberî tevî Serokê KESK’ê û hemû sendîkvanan pêk hat, operasyona etnîk a ku hikûmeta AKP’ê li hemberî kedkaran dimeşîne ye. Nêçîrkirina Kurdên di nava van sendîkayan de ye.”
Kaplan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Kurdewarî weke suc tê dîtin û wiha domand; “Di demek ku Sûriyeyê balefira Tirk xist de operasyoneke wiha ne taseduf e. Ev operasyon di 2011 de hatiye plankirin, mirov dikare vê yekê di belgeyan de bibîne. AKP dixwaze çavê hemû rêxistinî bitirsîne û bi vî awayî Tirkiyeyê vebiguherîne girtîgehek servekirî. Em vê operasyona etnîkî şermezar dikin.”
Kaplan diyar kir ku ew ê operasyonê bibin rojeva meclîsê.