Kaplan: Hemû gotinên Atalay pûç in

Kaplan: Hemû gotinên Atalay pûç in

Wezîrê Dewletê û Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay diyar kir ku hevdîtinên wan ên ji bo PKK li Herêma Kurdistanê çekan deyne didome û heta PKK'ê teslîm bigirin jî dê têbikoşin. Atalay, da zanîn ku di nava van hevdîtinan de DYA jî heye. Cîgirê Serokên Koma BDP'ê Hasip Kaplan, da zanîn ku Wezîr Beşir Atalay ji rastiya Tirkiye û Rojhilatê dûr e û di nava xeyalên xwe de vedigevize. Kaplan destnîşan kir kir hemû gotinên Atalay pûç û vala ne.

Piştî ku Wezîrê Dewletê Beşir Atalay got 'Têkoşîna me ya ji bo PKK li Bakurê Iraqê çekan deyne, didome û heta PKK'ê teslîm bigirin jî dê têbikoşin. Di nava van hevdîtinan de DYA jî heye" Wekîlê Serokên Koma BDP'ê Hasip Kaplan, bertekên xwe anîn ziman.

Kaplan, li hemberî vê helwesta Beşir Atalay ji DÎHA’yê re axivî û da zanîn ku daxuyaniya Atalay a di televîzyonê de û gotina wî ya "Me Konsepta Ewlehiyê plan kir" heman tişt e û wiha got: "Di bin navê KCK'ê de operasyonan dimeşînin. Pêvajoya operasyonan didome. Hemû siyasetmedadarên ku gel wekî vîna xwe hilbijartiye tên girtin. Dadgehên Rayeya Taybet welatiyan û siyasetmedaran tehdît dikin. Ger ku hûn gelê kurd nas nakin, gel jî we nas nake. Hûn parlementer, şaredar, rêveberên BDP'ê ku bi vîna gel hatin hilbijartin bigirin wê demê gel jî dê we nas neke. Niha faşîzma AKP dixwaze li vir bang bide. Ji me re dibêjin 100 sal in me hûn xistin bin piyê xwe û perçiqandin û ji niha û şûn de jî em dê we biperçiqînin. Lê em destûrê nadin vê yekê."

'HETA KU VÎNA GEL ESAS NAYÊ GIRTIN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'

Kaplan, da zanîn ku daxuyaniya Atalay li ser bingehê teslîmgirtina gel hatiye dayîn û wiha pêde çû: "Ji sala 90'an heta niha êrîş û polîtîkayên îmhayê yên ji bo teslîmgirtina gelê kurd didome. Lê gele kurd bi têkoşîna xwe ya bi rûmet li hemberî vê yekê serî radike. Beşir Atalay bi van daxuyaniyên wekî ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn najî û rastiyan nabîne. Xuyaye ku Atalay ji her tiştî qut dijî. Di nava xeyalên xwe de dijî. Ger ku hûn vîna gel esas negirin û li çareseriyê bigerin hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin. AKP li şûna li nava xwe li çareseriyê bigere, li Washington, Buruksel, Bexda, Telaviv û li Tehranê li çareseriyê digere." . Kaplan destnîşan kir kir hemû gotinên Atalay pûç û vala ne.

'ŞERÊ BIKAKUJIYÊ TEV LI RÛPELÊ DÎROKÊ BÛN'

Kaplan, got kir ku hikûmetae AKP'ê dixwaze di nava kurdan de dîsa şerê birakujiyê pêş bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê kurd êdî hişyar bûye û xwe nas dike. Şerê birakujiyê êdî têk çûye û tev li rûpelê dîrokê bûye. Êdî gelê kurd li rûmet û nirxên xwe xwedî derdikeve û dixwaze bi rêya diyalog, aştî û demokrasiyê pirsgirêkê çareser bike."