Kaplan: Girtin di lijneya AKP’ê de hat plankirin

Kaplan: Girtin di lijneya AKP’ê de hat plankirin

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan li Meclîsa Tirkiyeyê der barê girtina şaredarên BDP’y civînek çapemeniyê li dar xist. Kaplan diyar kir ku li gel girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, hema bêje nêzî tevahiya siyasetmedarên Kurd hatine girtin û ev yek jî di Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya AKP’ê de hatiye dayîn.

Kaplan di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê li dar xist de diyar kir ku biryara operasyona ku bi girtina şaredarên Wanê bi encam bû di LRN’ya AKP’ê de hatine wergirtin.

Kaplan destnîşan kir ku pêvajoya niha salên 1990’an tîne bîra mirov û got; “Hema bêje hemû siyasetmedarên Kurd ên hatine hilbijartin, di girtîgehan de ne û her çendî 6 meh bi ser bûyera Qilabanê re derbas bûye jî, lê heta niha tu pêşketinek çênebûye.”

AKP’Ê JI SEDÎ 51 DIJMIN ÎLAN KIRIYE

Kaplan bi bîr xist ku îro salek temam bû ku 8 parlementer di girtîgehan de ne û got; “Ev yeş jî şerma demokrasî û meclîsê ye. Rûreşiya AKP’ê ye.” Kaplan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK’ê de tên birêvebirin û got:

"Ji bilî bûyîna endamê AKP’ê û bîatkirina ji AKP’ê re her tişt li welat qedexe ye. AKP bi vê rêbazên ne exlaqî ji hemû muxalîf û kesên ne AKP’yî yên ji sedî 51’ê welat in, weke dijmin îlan kiriye. Gotinên bêarî, kîn, nefret, nijadperestî, her tim li ser zimanê Serokwezîr in. Herî dawî desthilatiya AKP’ê ya ku li hemberî cenazeyan bêrêzî dike, di cenaze dayîna malbatan de pirsgirêkan der dixe, ji xwe şerm nake, ji parlementerên me yên ku li gorî exlaq, edet, olî tevdigerin re dibêje ‘yên li ber morgan radiwestin. Hûn jî patronê morgan û bazirganê mirinan in. Hûn ew kesên ku li ser kuştinan desthilatiya xwe didomînin û rantê dixwin, we heta niha hesabê Komkujiya Qilabanê jî nedaye."

TIRKÎ ÇAWA TÊ BIKARANÎN, DIVÊ KURDÎ JÎ WISA BE

Kaplan der barê nûçeyên bi awayê “Dê Kurd bibe dersa bijarte” de jî got; “Birêz Serokwezîr, hûn bi awayê dersa bijarte fêrî Tirkî bûn. Li vî welatî Tirkî di warê perwerdehiyê de çawa tê bikaranîn, Kurdî jî dê bi heman awayî bê karanîn. Ev mafek ewqas gerdûnî ye ku mirov nikare di sedsala 2011’ê de li ser nîqaş bike jî."

Kaplan destnîşan kir ku divê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî li ser vê meseleyê baş bihizire û got; “Divê em ji bo çareseriya pirsgirêkê ji ziman dest pê bikin."