Kaplan: Dozgerê Amedê çi bi te ketiye?

Kaplan: Dozgerê Amedê çi bi te ketiye?

Wekîlê Serokê koma BDP'ê Hasip Kaplan, anî ziman ku fezlekeya derbarê parlementerên BDP’ê de hatiye amadekirin li gorî Zagona Partiyên Siyasî pêwiste ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Makeqanûnê ve bê amadekirin. Kaplan, bertek nîşanî dozgerê Amedê da û got "Çi bi te ketiye tu eleqeder dibî?" û bertekên xwe anîn ziman.

Wekîlê Serokê koma BDP'ê Hasip Kaplan, anî ziman ku fezlekeya derbarê Hevserokên BDP’ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak û parlementerên BDP'ê Emine Ayna, Nursel Aydogan, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk de bi îdîaya ''Endamên KCK'ê ne" hatiye amadekirin li gorî Zagona Partiyên Siyasî pêwîste ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Makeqanûnê ve bê amadekirin. Kaplan, derbarê fezlekeyên hatine amadekirin de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan, anî ziman ku komkujiya li Roboskiyê ji aliyê Balafirên şer yên tirk ve pêk hatin û wiha got:

"Wê demê berpirsiyarê sereke Serokwezîr Erdogane. Pişt re Wezîrê Navxweyî û pişt re jî Wezîrê Parastina Neteweyî berpirsiyarê vê komkujiyê ne. Birêz Serkowezîr dibêje ev şaşî bû. Lê em jî dibêjin ev ne şaşî bû. Bi zanebûn bû. Di daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan de em dizanin ku di vir de zanebûn heye. Dîsa Serdozgerê Komarê yê Amedê fezlekeyê der barê 8 parlamenterên me de amade dike û dişîne meclîsê. Ji xwe her tiştê hikûmetê bi dizî ye Diza wî jî û nelirêtiyað wêi jî bi dizî ye."

Kaplan, destnişan kir ku li gorî zagona Parityên siyasî divê di bin venêrtiya Dadgeha Makezanê de pêvajoya hiqûqî bimeşe û wiha axivî: "Divê Serdozgerê Dadgeha Bilind peywirdar be. Lê em dibînin ku li şûna Serdozgerê Dadgeha Bilind Serdozgerê Komarê yê Amedê fezlekeyê amade dike Dozgerê Amedê ka çi bi te ketiye. Gelo Walî û Qeymeqamên Amedê karker û xebatkarên AKP’ê ne? 40 salin Ahmet Turk di meclîsê deye, lê wekî endamê rêxistina dijzagonî nîşan didin. Xerabiya herî nebaş a vî welatî eve.

'10 SAHIN HÛN HAVÎTIYÊ DIKIN'

Kaplan, bang li Serokwezîr Erdogan kir û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê 10 salin li vî welatiyê zilmê û hovîtiyê dike. Kaplan, daxuyaniya Erdogan ya "Her kurtaj Qilebane" jî rexne kir û wiha got: "Erdogan bi gotina "Her kurtaj komkujiye û her kurtaj Qilebane helwesta xwe pir aşkere kiriye û ev yek nayê qebûl kirin."