Kaplan bersiv da Erdogan: Yên perçe bibin partiyên sîstemê ne

Kaplan bersiv da Erdogan: Yên perçe bibin partiyên sîstemê ne

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê û parlementerê BDP'e yê Şirnexê Hasîp Kaplan, bersiv da daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya "Ez wekî di nava BDP'ê de perçekirinê his dikim" da. Kaplan anî ziman ku, ji kesên li bendê ne di nava partiya wan de 'perçekirin, cudakirin û tasfiye' pêk bê re wiha dibêjin: "We berê jî ev pir ceriband. We got kevok û baz. We xwest perçe bikin û tasfiye bikin. Lê bila her kes baş zanibin heta niha kesên ku xwestin me perçe bikin ew bixew perçe bûn. Ên perçe bibin partiyên sîstemê ne."

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê û parlementerê BDP'e yê Şirnexê Hasîp Kaplan, derbarê geşedanên rojevê de li Parlamentoyê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan bersiv da daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya "Ez wekî di nava BDP'ê de perçekirinê his dikim" da û wiha got: "Erdogan vê yekê hîs nake. Tenê vê yekê dixwaze. Yên rê li pêşiya Birêz Turk û Tûglûk girt û DTP da girtin. Yên ku endamtiya parlementeriya wan xist û ceza li Birêz Zana birî û 5 salan qedexeya ceza danî. Yên ji bo fikrên xwe anîn ziman 10 sal cezayê girtîgehê li wan birîn Birêz Erdogan û hikûmeta Erdgane. Dîsa yên 8 hezar siyasetmedarên kurd ji nava siyasetê girtin, 6 parlementer û 37 siyasetmedar girtin Brêz Serokwezîr e."

'BDP BÛYE TIRSA XEWNÊN ERDOGAN'

Kaplan da zanîn ku, ji ber BDP bûye tirsa xewnên Serokwezîr Erdogan, Erdogan bi ser BDP'ê ve diçe û li dijî BDP'ê operasyonên siyasî pêk tîne. Kaplan, destnîşan kir ku BDP li Brezilyayê ket xewna Erdogan û wiha berdewam kir: "BDP ji bo hilbijartina pêşerojê xwe pir xurt amade dike. Ji bo partiya me perçe bikin gotin şahîn û baz. Lê gelê me dê bersivê bidin wan. Em 30 salin di nava pêvajoya şer û pevçûnê re derbas dibin. Hedefa Brêz Serokwezir ne çiya ne, deşt in. Hedefa wan siyaseta legal e, partiya siyasi û demokratîk e. Dîsa saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên demokratîke. Xuya bû ku PKK'ê çek berneda û wekî daxwaza Erdogan gav neavêt."

'ME LI ŞÛNA ÇIYÊ PARLEMENTO ESAS GIRT'

Kaplan, da zanîn ku ji bo pirsgirêkê bi rêya demokrasî, aştî û diyalogê çareser bikin li şûna çiyê parlemento esas girt û berê xwe dan parlementoyê û wiha got: "Divê Erdogan hatina me ya parlementoyê baş binirxîne û wade bike. Hatina me ya parlementoyê bûyerek gelek mezin e. 100 hezar ciwanên kurd ji bo siyaseta demokratîk neçûn çiyê û em şandin meclîsê. Daxuyaniyên Serfermandarê Giştî Necdet Ozel ên derbarê Qendîlê de rezalet in. Ji xwe hikûmetê destûr û raye daye artêşê ku derbasî dervê sînor bibin. Wê demê dewletek din heye? Ango dewleta kûr heye? Hûn dê destûrê ji DYA'yêbistînin. Gelo rûmeta we vê yekê qebûl dike?