Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan polîtîkaya AKP’ê ya zam-bacê rexne kir û got; "AKP’ê girîngî daye ser zamên îdeolojîk. Bihayê hemû tiştên ku ji bo xwe bi zerar dibînin zêde dike."
Piştî ku pêşnûmeya bihayên cigare û alkolê hate rojeva Komîsyona Plana Butçeyê ya Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM), dê êdî zamên nû bêne pêkanîn. Hate zanîn ku dê zam li derdora ji sedî 15 be. Hikûmeta AKP’Qê di meha adarê de ji bo sotemeniyê ji sedî 7, ji bo gaza xwezayî ji seî 8 û ji bo ceyranê ji sedî 19 zam anîbû. Piştî van zaman, îcar jî zama ji bo zêdekirina bihayê alkolê di rojevê de ye. Rîsk heye ku ev zam bibin sedema pêla enflasyoneke nû.
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan pêkanînên zamê yên ji aliyê hikûmetê ve weke pêkanîneke “îdeolojîk” dibîne. Kaplan ji ANF’ê re axivî û got; “AKP, ji bo barê krîza gerdûnî deyne ser pişta serfkar û gelê kedkar, ji bo wê rêya herî hêsan wertritina bacan e” û bal kişand ku tu hincetên mafdar ên zamê tune ne.
'NE HILBERÎNER Û SERFKAR;WEKE ŞÎRKETÊN BIYANÎ DIHIZIRE'
Kaplan diyar kir ku ya ku herî belav bûye û dahatê bi xwe re tîne memûlên tutin û alkolê ne û di berdewama wê de jî enerjî, gaza xwezayî û sotemenî tê. Kaplan got; "Hikûmetê di warê enerjî, benzîn, mazotê de ji xwe zama daniye. Bê rawestan, di bin navê eyaran de her tim zamê dideyne” û diyar kir ku zam ne tiştek demî ye, her tim di rojevê de ne. Kaplan wiha berdewam kir; "Hilberînerên madeya xam a tutinê ya ku berhemên gemerdan û alkol jê çêdibe, diavêje kolanan; arizî dike (taybet), kota dideyne û pê li hilberêneran dike. Lê li aliyeke din rê li ber şîrketên mezin ên tutinê yên biyanî weke Morisê vedike.”
Kaplan destnîşan kir ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tu carî hizra serfkaran nae û got; “Erdogan destê xwe dixe berîka bi milyonan serfkaran."
ÇIMA ÎDEOLOJÎK
Kaplan destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze bi zama ji sedî 15’yê ji serfkaran zêdetir feyde bigire, şîrketên biyanî qezenç bikin û dibêje, “hin hedefên wê yên îdeolojîk jî hene.” Cigirê Serokê Koma BDP’ê Kaplan got; “AKP dixwaze zamê deyne ser her tiştê li gorî nêrîna xwe û bi awayeke îdeolojîk nêzîk dibe. AKP’ê girîngî daye ser zamên îdeolojîk. Bihayê hemû tiştên ku ji bo xwe bi zerar dibînin zêde dike."