Kampanyaya ji Ocalan re Azadî li Ewropayê belav dibe

Kampanyaya ji Ocalan re Azadî li Ewropayê belav dibe

Di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re Azadî de li bajarê Toulouse yê Franseyê dê navenda bajêr stad hat vekirin û dê mehek îmze bên berhevkirin. Her wiha bi heman armancê li Zuriha Swîsreyê, Dornbirna Awisturyayê, Osloya Norwecê, Helsînkiya Fînlandiyayê stad hatine vekirin.

Roja înê li qada Capitol a bajarê Toulouseya Franseyê di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re Azadî de li bajarê Toulouse yê Franseyê û dê mehek îmze bên berhevkirin stadek a îmzeyan hate vekirin. Beriya her kesê Partiya Komunîst a Franseyê piştgirî da kampanyayê. Xwendekara konservatuara Frensî bi lêxistina filûtê piştgirî da stadê.

Her wiha, li bajarê Dornbirn ê li herêma Voralbergê îro saet di 11.00-13.00 stadek hate vekirin û îmze ji bo Ocalan hatin berhevkirin. Hefteya bê jî dê di heman saetan de li bajarê Bregenzê stad bê vekirin.

Di vê çarçoveyê de li paytexta Norweç Osloyê jî bi pêşengiya jin û ciwanan hate destpêkirin.Kurdên li Oslo û derdora wê dijîn kampanya îmzayan li ber derê Oslo S navenda bajêr dane despêkirin. Kampanya ji aliyê Komela Navenda Çanda Kurdistan a Oslo û Komela Ciwanan Ung-Kurd hatiye despêkirin û vê heya cend rojan berdewam bike. Di destpêka kampanyayê heta niha Kurdistaniyan di nav gel da îmza kom dikirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê jî karwanek wesayîtan a nêzî 50 wesayîtan ji ber Komeleya çandê ya Kurdan bi rê ket. Di çalakiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û îmze hatin berhevkirin. Kurdan li Qada Maarnerhmitie ya ku pir qelebalix e ji bo berhevkirina îmzeyan stad vekirin.

Li bajarê Zûrîh a Swîsreyê jî li gelek cihan stad hatin vekirin û îmze hatin berhevkirin. Di çalakiyê pankartên ji bo azadiya ocalan hatin vekirin û li rastî eleqeyek baş a raya giştî ya Swîsreyê hat. Li gel çalakiyê, belavokên li ser rewşa Ocalan hatin hatin belavkirin.

Kuran li zêdetirê 50 welatan dest bi kampanyaya îmzeyan kirine û hedefa wan milyonek îmze ye.