Kampanyaya 'Ji bo Azadiya Ocalan Huner'

Kampanyaya 'Ji bo Azadiya Ocalan Huner'

Ahmad Sa'adat (Filistîn), Analdo Otegî (Bask-Spanya), Binayak Sen (Hindistan), Marwan Barghouti (Filistîn), Mumia Abu –Jamal (DYA), Nelson Mandela (Efrîkaya Başûr) û Abdullah Ocalan Kurdistan... Taybetmendiya wan a hevpar ew e ku hemû jî girtiyên azadiyê ne, bûne mehkûmên tecrîdên giran û ya herî girîng jî girtina piştgiriya navneteweyî ye.

Daxwaza wan hemûyan a azadiyê bi wêneyên bi kelemçe û prengan hatin vegotin. “Înisiyastîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî”, xebatên hunerê yên ji bo girtiyên azadiyê weke mînak nîşan da û dest bi kampanyaya “Huner ji bo Ocalan” (Art for Ocalan) kirin.

Înisiyastîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 13 sal in di îzolasyona girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, gelek kampanyayên piştgiriyê dan destpêkirin.

Înisiyastîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî got; “Li Îmraliyê destdana hev, hembêzkirin, ango hestên germahiya mirovahiyê qedexe ne, bê TV, bê nûçe, bê sohbet, 13 sal in di girtîgeha Îraliyê de tê ragirtin” û vê demê weke “13 sal îzolasyon, 13 sal îşkenceya ‘spî’ bi nav kir.

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku li hemberî vana hemûyan, Ocalan nêrînên xwe yên ji 7000 rûpelan bi destnivîsê nivîsandiye û bal kişand ser daxwazên ji bo azadiya Ocalan ên bi rêya kampanya, xwepêşandan û çalakiyên cûda tên kirin.

'ART FOR OACALAN'

Înîsiyatîf ji niha ve bi armanca ku huner dikare rengîniyên û biafirîne, kampanyayek bi navê “Gava Peyv Tazî Dimînin” dan destpêkirin. Înîsiyatîfê bi kampanyayê hemû hunermendan kir ku ji bo Azadiya Ocalan bi huner û hermenên xwe piştgirî bidin û ragihand ku dikarin bi zimanên hunerê: wêne, xet, mûzîk, peyker, film, wêje, stran, helbest û weke din, ji bo azadiya Ocalan hewl bidin.

Înîsiyatîf dê hemû berhem di maplera înternetê bi raya giştî bidin naskirin û weke kart, T-Shir, klîb û wekedin ji beşên berfireh ên civakê re pêşkêş bikin. Kesên ku dixwazin beşdarî kampanyaya “Huner ji bo Ocalan bibin” (Art for Ocalan) dikarin ser serî li e-peyama : [email protected] bidin. Ji bo zêdetir agahî