Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî xwest, tecrîda li ser Rêber Apo bi lez bi dawî bibe û ji bo bicihanîna 'Mafê Hêviyê' dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Kampanya ku ji welatên cuda gelek siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend tevlî bûn, di demeke kurt de gihîşt zêdeyî 500 îmzeyî. Komîteyê bi vê piştgiriya xurt daxwazên xwe gihand sazî û raya giştî ya navneteweyî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di demekê de ku li cîhanê şer, zext û rewşa nediyar heye, bêdengî wê bê wateya hevkariya li bêedaletiyê.

Komîteyê bi bîr xist ku Rêber Apo ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Îmraliyê tê ragirtin û ev rewş tenê rewşeke ragirtinê nîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev yek tê wateya "Jiholêrakirina derfetê guherîn, diyalog û hêviyê bi rêk û pêk." Hate ragihandin ku Îmrali êdî ne tenê girtîgehek e, ew bûye sembola desteserkirina 'Mafê Hêviyê'.

Komîteyê işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî kir û diyar kir u 'Mafê Hêviyê' mafekî gerdûnî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, ti dewlet nikare mirovekî ji hêviya azadiyê, ji derfetê jinûve nirxandina çarenûs û diyalogê bêpar bihêle.

Komîteyê daxwazên xwe bi van sê sernavan anî ziman:

Tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin, şert û merc bêne afirandin ku karibe bi malbatê, parêzeran û heyetên navneteweyî re hevdîtinê bike.

Ji bo aştî û jiyana hevpar a li herêmê pêvajoya diyalogê ya wekhev û mayinde bê destpêkirin.

Saziyên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û gavên şênber û bi biryar biavêjin

Ev gav ne tenê hiqûqî ye, di heman demê de pêwîstiyeke dîrokî û siyasî ye.

'VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ GAVEKE DÎROKÎ YE'

Komîteyê diyar kir ku bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo şikandina tundiyê û jinûve avakirina baweriya navbera gelan gelekî krîtîk e û ragihand ku hevdîtina bi Rêber Apo re ji bo siyaset jinûve derbasî ser zemîna diyalogê bibe û pênaseya 'hêviyê' bibe xwedî wateya dîrokî gigrîng e.

Komîteyê ragihand ku ev banga bi kampanya îmzeyan xurt bû wê pêşkêşî Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî re bê kirin.

Daxuyanî di 18'ê Adara 2026'an de ji raya giştî re hate ragihandin.

Kampanya îmzeyan li ser vê navnîşanê dewam dike.