Wekîla Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh diyar kir ku pirsgirêka Tirkiyê ya krîza hindurîn û rêvenebirinê heye. Herwiha got ku AKP ya ku li nav xwe tengav bûye bî êrîşên li hember Efrînê dixwaze balê bikişînne derve û piştgiriya derdorên şoven bigre. Amîneh Kakabaveh, Erdogan û Esad di warê kirina polîtîkayên derbarê Kurdan şibande hev û got: "Esad û Erdogan li dijî Kurdan hevkariyeke veşartî dikin. Herdu jî li hember wê ne ku Kurd statuyekê bidest bixin. Ew hêza Esad nîne ku rêveberiyên otonom ên Kurdan biçewisîne. Vî karî Erdogan dike. Esad jî bi kêfxweşî temaşe dike."
'HER TIŞTA JI BO AZADIYÊ TÊ KIRIN JI BO ERDOGAN TERORÎZM E!'
Wekîla Partiya Çep destnîşan kir ku Erdogan xweseriya demokratîk a li Rojava ku ji aliyê jin û gelên din ên bindest tê rêvebirin, weke talokeyekê dibîne û got: "Dixwaze Kurd û gelên din ên li vir sirgûnî bike û li cihê wan penaberên li Tirkiyê, ku 3,5 mîlyon kes hene, bi cih bike."
Amîneh Kakabaveh bal kişand serê ku DYA, welatên rojavayî û Rusyayê ji bo DAIŞ'ê ji herêmê derbixin piştgirî dane hêzên Kurdan û got: "Lê belê pergala demokratîk a ku wekhevî û sosyalîzmê dihewîne li xweşiya van dewletan naçe. Her tişta ji bo azadiyê tê kirin ji bo Erdogan terorîzm e. Li beramberî ku Erdogan hişt çeteyên gelekî Îslamperest êrîşî Kurdan bikin jî, Kurdan kantonên xwe yên demokratîk damezrandin."
Amîneh Kakabaveh destnîşan kir ku di mijara Ukrayna de DYA û weletên rojavayî li hember Rusyayê dibin yek lê dema Kurd têne bombedûmankirin bêdeng dimînin û wiha axivî: "Gelek kes maneyê nadin helwesta wan. Lê kesên pêşketinên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin bi lîstikên têne lîstin dizanin. Him welatên emperyalîst him jî welatên herêmê yên weke Îran û Iraqê bi bêdengiya xwe êrîşên Tirkiyê erê dikin. Ji bo DYA’yê berjewendiyên wê yên ji Tirkiyê û cihên wê yên leşkerî girîng in û dixwaze van geştir bike. DYA ji bo herêm ji DAIŞ'ê pak bibe bi Kurdan re hevkarî kir, lê ji bo ku naxweze bi şirîkê xwe yê stratejîk Tirkiyê re bê beramber hev ji kuştina Kurdan re deng dernaxe."
'SUCÊ ŞER PÊK TÎNE'
Amîneh Kakabaveh bal kişand ser ku Tirkiyê çekên ji DYA û Ewrûpayê girtine li hember gelên Efrînê û hêzên Kurd bikar tîne û got: "Erdogan zagonên navnetewî qet nahesibîne û êrîş dibe ser civaka ku li ser axa welatekî dijî. Ev sucê şer ê navnetewî ye. Ev nîşan dide ku di navbera wan de li hember Kurdan peymaneke wan a bi bêdengî heye. Lê gelê Kurd ê ku bi hezaran şervanên xwe wenda kir û li Rojava pergala xwe ava kir, li Efrînê li ber xwe dide û ji bo destketiyên xwe biparêzin wê berxwedana xwe bidomînin."
Amîneh Kakabaveh pirsa bê çima Yekîtiya Ewrûpayê li hember êrîşên li dijî Efrînê bêdeng dimîne wiha bersivand: "Ew jî li şûna pergaleke azadîxwaz a li Rojhilata Navîn hevkariya bi dewletên heyî re tercîh dikin. Wekî din jê ditirsin ku Erdogan koçberan bişîne Ewrûpayê."
'DIVÊ SWÊD MIJARE JI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE BIBE'
Amîneh Kakabaveh bibîr xist ku berî niha Swêd di civînên Neteweyên Yekbûyî û navnetewî de li cem gelên bindest cih digirt, weke Partiya Çep ew bêdengiya Swêd qebûl nakin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez ji Wezîrê Karê derve dipirsim bê ji bo êrîşan bisekinîn dixwazin çi bikin. Ew ji min re dibêje ku ew ê alîkariyên mirovî zêde bikin. Dema welatek mirovên li welatekî din dikujin, behskirina alîkariyên mirovî skandalek e. Zarok, jin û sivîl dimirin û wezîr ji min re qala alîkariyên mirovî dike. Em ji wezîr dixwazin ku Tirkiyê bi awayekî eşkere şermezar bike û ji bo êrîş bêne rawestandin mijarê bibe Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê."
'PIŞTGIRIYA ME WÊ HETA SERKETINÊ BIDOME'
Amîneh Kakabaveh got: "Cîhana derve, gelên bindest, rêxistinên civaka sivîl û kedkar weke dema Kobanê divê li hember êrîşên Erdogan derbikevin. Divê gelê Efrînê bitenê nehêlin."
Wekîla Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh di dawiya axaftina xwe peyama piştgiriyê da: "Em ê berdewam bûyerên li Efrînê têxin rojeva parlamento û rayagiştî ya Swêdê. Li hember bombedûman û êrîşên dewleta Tirk a faşîst heta serketinê em ê piştgiriyê bidin gelê Efrînê".