Girtiyê bi navê Hasan Alkiş ku ji ber nexweşiya Behçetê çavê wî yê çepê biçûk bûye, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê jiyana wî dixe xeteriyê. Bedena Alkişê nexweş ji şert û mercên girtîgehê roj bi roj dihele. Ligel vê nexweşiya wî ya giran îdareya Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê got ‘tedawiya wî li girtîgehê mumkune’. Ligel ku Alkiş du rapor girtiye jî girtîgeh ji bo ku înfaza wî neyê rawestandin berxwe dide.
Girtiyê ji doza PKK’ê yê hikumxwarî Hasan Alkiş yek ji girtiyên nexweş e. Alkiş du emelyatên vekirî yên dil û kîsikê zirav pêk aniye. Di heman demê jî bi nexweşiya Behçetê re têdikoşe. Lê ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa Alkiş her ku diçe xerabtir dibe û li hemberî nexweşiyan têdikoşe.
Hate hînbûn ku ji ber nexweşiya behşetê di çavê Alkiş yê çepê de biçûkbûneke mezin derketiye holê. Rayedarên TUHAD-FED’ê der barê rewşa wî de agahî dan û gotin; “Di demarên ku diçim mejiyê wî de pixtîbûna xwînê heye. Dibe a niha şeht bibe. Nexweşiya Behçet li mejiyê wî jî xistiye. MR hatiye kişandin. Haya saziya tenduristiyê jî heye. Lê heta niha der barê mûaneya wî de agahiyên zelal nedane Alkiş. Encaman jî tam wernegirtiye. Got dê wî bişînin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê naxwaze biçe wir. Ji ber ku rêwîtî bandorek nerênî li wî dike. Nayê ser xwe û perîşan bû.”
TEDAWÎ MUMKUNE
Rayedara TUHAD-FED’ê Havva Ozcan wiha got: “Fikarên ji bo jiyana wî zêde dibin. Divê tiştek bê kirin. Herî dawî çûye doktor, û doktor gotiye ger çendek biçe îhtîmala şeht bibî an jî bimirî heye. Li ser vê gotina doktor divê tahliye bihata kirin. Ligel ku raorê wî hene înfaza wî nayê rawestandin. Em dê mijarê bibin mecliê.
Malbata wî daxwaz kir ku Alkiş vebiguhêzin Îzmîrê, lê heta niha ne Girtîgeha Şarkan û ne jî ya Kiriklarê tu bersiveke erênî nedane daxwaza Alkiş.
364 NEXWEŞÊN LI BER MIRINÊ ÇIMA DI GIRTÎGEHAN DE NE?
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn di meha gulanê de bersiv da pirsnameya Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û got: “ Der barê tenduristiya girtî û hukumxwaran de hemû dane kirine bin qeydan û niha di bin şopandinê de ne.” Ergîn da zanîn ku saziyên înfaza cezayê ji 2’ê nîsanê şûnde 469 nexweş hene û wiha got: “Ji vana 143 kes, raporên wan karê wan ên rapora tipa edlî ya ku di çarçoveya efû û înfaza serokomar de hatin paşvexistin didome, 231 jî tedawiyên wan li nexweşxaneyan didome. Der barê 95 kesan de jî ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hate hînbûn ku nexweşiyên wan ne di çarçoveya efûyê de ye got tedawiyênwan li koxuşên wan berdewam dikin.” Lê Ergînd aşkere nekir bê çima 364 girtiyên li ber mirinê heta niha di girtîgehan de tên ragirtin.
NEXWEŞIYA BEHÇET ÇI YE?
Ev nexweşî di lîteratura navneteweyî de weke Nexweşiya Behçet an jî Sendrûma Behçet tê binavkirin, bi awayeke gişt rê li ber edabgirtina demarên xwînê yên binê çerm, çav, mejî vedike. Sedema vê nexweşiyê nayê zanîn û bi awayeke pir kêm tê dîtin. Ev nexweşî bi taybet zilamên temenê wan di navbera 30-40 salî re peyda dibin û bi awayeke pir kêm li welatên weke Tirkiye û Çînê tên dîtin.