Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û notirvanan da

Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir wan li polîs, notirvan, kargeh û wesayîtên faşîstên AKP’yî dane.

Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyek weşand û diyar kir wan li Mêrsîn û Stenbolê hin çalakî kirine, di van çalakiyan de polîsek û du notirvan birîndar bûne, fabrîkeyek û çar wesayîtên luks jî hatine weşandin.

Li gorî daxuyaniyê;

Di 22’ê Kanûnê de li navçeya Erdemliyê ya Mêrsînê 4 wesayîtên luks û dikaneke nalbûriye ya AKP’yiyê bi navê Y.A. hatine şewitandin.

Di 21’ê Kanûnê de li navçeya Tûzlayê ya Stenbolê bi teqemeniyên bi destan li kafeya ku notirvanan lê rûniştine hatiye xistin. Di çalakiyê de du notirvan birîndar bûne û xisareke mezin gihiştiye kafeyê.

Di 20’ê Kanûnê de li navçeya Sapanca ya Sakaryayê bi teqemeniyên bi destan hatine amadekirin li xeta elektrîkê ya fabrîkeya mobîlyeyan a faşîstan hatiye xistin. Fabrîke di nav agir de maye û ketiye halekî ku êdî nikare were bikaranîn.

Di 20’ê Kanûnê de li navçeya Çatalcayê ya Stenbolê bi çekên şexsî û teqemeniyên bi destan li wesayîteke polîsan hatiye xistin. Di wesayîtê de xisareke mezin çêbû, polîsekî faşîst birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev çalakî li dijî êrîşên barbar ê li ser dayik û gelê Kurd hatine kirin.