Jinên Tîrêjên Rojê fabrîka û wesayitên nîjatperestên Tirk şewitandin

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin ku wan du fabrîka, avahiyeke tekstîlê, maleke fihûşê, otobês û 13 wesayitên lûks ên nîjatperestên Tirk şewitandine û her wiha 2 notirvanên rejîma faşîst a Tirk birîndar kirine.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ew bi çalakiyên xwe berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li Qadên Parastinê yên Medyayê dijî dagirkeriya Tirk slav dikin.

Insîyatîvê ragihand ku yekîneyên wan ên tolhildanê 19'ê Gulanê li Stenbol Hadimkoyê fabrîkayeke kimyayê ya faşîst û nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî şewitandine û ziyaneke mezin gihandine fabrîkayan, her wiha 20'ê G ulanê li Kocaelî-Golcukê otobês û 3 wesayitên lûks ên 'Ocaxên Ulkucuyan'' ku komeleyeke faşîst e Tirk e, şewitandine.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de Insîyatîvê ragihand ku 20'ê Gulanê li Kocaelî Dîloavayê mala fihûşê ya AKP-MHP'yiyan şewitandine, kesekî faşîst ê bi navê Ismaîl ku fihûş dida kirin jî ceza kirine, 21'ê Gulanê li Stenbol Beylîkduzuyê jî 10 wesayitên faşîst û nîjatperestên Tirk dane ber agirê tolhildanê, li Sakarya-Serdîvanê jî avahiyeke tekstîlê yê polîsekî malnişîn şewitandine.

Jinên Tîrjên Rojê ragihand ku 22'yê Gulanê li Stenbol Avcilarê li dijî notirvanên AKP bi çekên şexsî û fîşekên hewayî çalakî kirine û 2 notirvanên faşîst birîndar kirine, 22'yê Gulanê li Tekîrdag Sarayê jî fabrÎkayeke rûn a faşîstên AKP'ê dane ber êgir.